Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e 2023-04-28 10:45:25 STENBOL - Akademîsyen Atîlla Guney diyar kir ku ji roja roj ve sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e û got: “Kî çi dibêje bila bibêje, li vî welatî rastiya rojnamevaniya kurdî heye. Lewma tundî û zext jî li serê heye.”    Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û şer dest pê kir, bi sedan siyasetmedar, hiqûqzan, parêzvanên mafê mirovan, rewşenbîr û rojnamevan hatin girtin. Her dawî di 25’ê nîsanê de pêlek binçavkirin û girtinê hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê; rojnameger, hunermend, siyasetmedar, sendîkavan û parêzer jî di nav de derheqê 216 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatin binçavkirin.  Heta niha 5 jê rojnamevan bi giştî 24 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.    Rojnamevan Abdurrahman Gok, Mehmetşah Orûç, Bêrîtan Canozer, Remzî Akkaya û Mîkaîl Barût hatin girtin.    Prof. Dr. Atîlla Guney ê ji endamtiya Hîndekariya Zanîngeha Mêrsînê di sala 2017’an de hat îxrackirin derbarê rewşa rojnamevanan de raporek wek pirtûkê bi navê “Di nav tundiyê de rojnamevanî” amade kir.   ‘AZADIYA RAMAN Û DERBIRÎNÊ NEMAYE’   Gune bal kişand zextên li ser rojnamevanên kurd ku hem tên binçavkirin, hem tên girtin û hem jî tên darizandin û wiha got: “Di van salên dawî de otorîtek giran û faşîzmek zêde li ser civakê heye. Azadiya derbirînê û ramanê hatiye rakirin. Hemû maf û azadî di hedefa rejîma otorîter de ye.   Di salên dawî de yek ji qadên herî zêde ku bi zextan re rûbirû dimînin çapemenî ye. Azadiya derbirînê û çapemeniyê nemaye. Rojnamevan pîşeya xwe di nava rewşek bêewle û di nav tundiyê de hildiberînin. Tundiya dewletê ya li ser rojnamevanan bûye sazûmankarî. Zext, astengkirin, êriş, binçavkirin û girtina rojnamevanan êdî kirine wek rewşek asayî. Rojnamevanan û kelûpelên wan desteser dikin û dikin hedef.    SICÎLA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YA WELAT    Ji roja roj ve di warê azadiya çapemeniyê de tu demê sicîla welat nepaqij bûye. Dîroka vî welatî bi qetilkirina rojnamevanan, girtina rojnamevanan û girtina sazî û dezgehên çapemeniyê tê zanîn. Îktidara AKP’ê ji sala 2010’an vir ve li dijî rojnamevanan polîtîkaya dewletê ya tundiyê didomîne. Helbet ev yek bi rejîma otorîter ve girêdayî ye. Tundiyê wisa giran kirine, hema bêje rojnamevaniya li ser azadî û maf ji holê rakirine. Belkî îro rojnamevan nayên kuştin, lê belê rasterast eşkere fermana mirina rojnamevaniya azad û bêteref dane. Îro li Tirkiyeyê ji sedî 90’ê medyayê di bin kontrola îktidarê de ye.”    RASTIYA ÇAPEMENIYA KURD    Guney bal kişand ser rol û rista çapemeniya kurd û wiha got: “Kî çi dibêje bila bibêje, li vî welatî rastiya rojnamevaniya kurd heye. Ji ber vê yekê jî tundî û zext li ser medya kurdî heye. Nûçe û agahiyên têkildarî ji Qetlîama Roboskî bigirin heta qetilkirina Kemal Kûrkût û heta avêtina du welatiyan a ji helîkopterê wisa girîng bûn ku wan nûçeyan dikaribû hikûmetê hilweşanda. Ev hemû berhemên medya kurd e. Rojnamevanên kurd li Sûriyê tevî ewqas dezenformasyonê jî rastiyan nivîsandin. Nûçeyên çapemeniya kurd ên li ser Sûriyeyê li seranserî cîhanê belav bûn. Gelek rojnamevanên kurd niha girtî ne. Tevî zext û zordarî û girtinan jî rojnamevanên kurd xebata xwe didomînin.”    ‘OPERASYONA HILBIJARTINÊ’    Guney vê operasyona dawî de ku gelek rojnamevanên kurd jî di nav de bûn hatin binçavkirin û girtin jî wek operasyona “hilbijartinê” nirxand û destnîşan kir ku bi boneya dê îktidar têk biçe ev operasyon hatiye lidarxistin û xwestine sazî û dezgehên kurdan û hilbijêrên kurd bitirsînin. Guney anî ziman ku wê îktidar ji van êrişan tu encamê bi dest nexe û divê namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû û muxalefet li ber van zextan rabe û bêdeng nemîne.    MA / Ergîn Çaglar