Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû 2023-04-28 10:39:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Samandagê bi pileya 4.2 li Mereşê jî bi pileya 3.6 erdhej çêbû.    Li navçeya Samandag a Hatayê serê vê sibê bi pileya 4.2 erdhej çêbû. Li navçeya Koksen a Mereşê jî bi pileya 3.6 erdhej çêbû.  Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku erdheja li navçeya Samandag a Hatayê bi pileya 4.2 çêbûye. Erdheja ku bi kurahiya 7 kîlometre çêbûye, navenda bajêr û navçeyên din jî pêhesiyan.    Li navçeya Koksen a Mereşê jî saet 06.46’an de bi pileya 3.6 erdhej çêbû.