Namzetê Partiya Çepên Kesk Bîlgîn: Em ji bo guherandina çarenûsa Yozgatê diçin 2023-04-28 09:01:49 YOZGAT - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Yozgatê Cemal Bîlgîn got: "Em ji bo hilweşandin û guherandina çarenûsê Yozgatê diçin."    Partiya Çepên Kesk, bi namzetên rengîn tev li hilbijartinên 14'ê Gulanê dibe. Yek ji van namzetan jî Serokê Giştî yê Partiya Karkeran Bixwe (ÎKEP) Cemal Engîn e. Partiya Çepên Kesk, li Yozgatê kir namzetê rêza yekemîn.    ‘MIROV KIRIN KARMENDÊ DEWLETÊ'   Bîlgîn anî ziman ku ji bo bibe pirek li Yozgatê namzetiya xwe daniye û got: "Yozgat, wekî bajarekî netewperest tê zanîn. Lê divê ev bê şikandin. Li Yozgatê jî mazlûm, gel, bêhiqûqîtî û newekhevî hene. Divê em vê bînin cem hev û biratiyê ava bikin. AKP-MHP bi salan e li Yozgatê siyasetê dike. Xwe disipêrin netewperestiyê û vir wekî depoya xwe ya dengan dibînin. Pirsgirêkên karkeran, kedkaran, jin û xwendekaran nayên berbiçavkirin. Li vir siyaseteke ku bibe çare ji bo pirsgirêkên kedkaran tune ye. Netewperestî tê empzekirin û mirov veguherandina karmendên dewletê. Desthilata AKP-MHP2ê xwe disipêre vê. Ev yek zirarê dide çîna karkeran, jinan û gelên mazlûm."    ‘DIVÊ YOZGAT BIBE NAVENDA AŞTIYÊ'   Bîlgîn anî ziman ku bi salan di warê sendîqayê de xebitiye û wiha axivî: "Ev têkoşîna me ji bo çîna karkeran a li Yozgatê, Behra Reş û Rojhilatê bû jî. Di vê têkoşînê de tim demokrat û kurd li cem me bûn. Lewma divê Yozgat bibe navenda aştiyê. Di pêvajoya aştiyê de hikûmetan gelên mazlûm xapandin û ew di nîvê rê de hiştin. Ji lew re ger pêvajoya çareseriyê pêk bihata, dê feraseta netewperest ji holê rabûna. Çawa em bi çîna karkeran re Peymana Kar a Giştî dikin, divê em bi gelên mazlûm re jî peymaneke giştî bikin. Ev jî divê li Yozgatê be û bibe mînak. Min ev peywir hilgirt û bûm namzetê Yozgatê."    ‘EM JI BO GUHERANDINA ÇARENÛSÊ DIÇIN'   Bîlgîn destnîşan kir ku divê li Yozgatê feraseta "keleha AKP-MHP'ê" bê şikandin. Bîlgîn diyar kir ku li Yozgatê xwe digihînin kesên ji bo kedê û mafan têdikoşin û wiha berdewam kir: "Yozgat warê min e, lê dibû ku Amed jî bûbûna warê min. Em ji bo hilweşandin û guherandina çarenûsa li Yozgatê diçin. Em ê bi Partiya Çepên Kesk, Yozgatê bi serketineke dîrokî, bi parlementerekî tacîdar bikin. Çima AKP-MHP'ê li benda parlementerekî an jî du parlementeran e? Divê Partiya Çepên Kesk, sosyalîst jî li hemû bajaran parlementeran bişînin meclisê. Wê gavê dê aştî û biratî bê. Ez jî ji ber ku yeqîn dikim ez ê vir bi Partiya Çepên Kesk temsîl bikim, li vir im."    Bîlgîn destnîşan kir ku ger bê hilbijartinê dê pirsgirêkên gundî, karker û kedkaran veguhezîne Meclisê.    ‘EM Ê GUHERÎNÊ LI MECLISÊ BIDIN DESTPÊKIRIN'   Bîlgîn di dawiya axaftina xwe de got: "Li Yozgatê hevalên me yên karkerên taşeron, rastî neheqiyê tên û wekîlekî ku wan temsîl bike tune ye. Ji ber vê pêşniyazek wiha hat. Me û hevalên xwe yên karker ev pêşniyaz nirxand û ez li Yozgatê bûm namzet. Dê xebatên me yên li Yozgatê bidomin. Em û hevalên xwe yên karker em ê bi hev re tevbigerin, em ê guh li pirsgirêkên wan bikin. Em ê hem li parlementoyê hem jî li kuçeyan têkoşîna çîna karkeran û kedkaran bînin ziman. Em yeqîn dikin ku dê bi çîna karkeran bi ser biekvin û li ser navê Partiya Çepên Kesk parlamenterekî bişînin Meclisê.    MA / Yusra Batihan