Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev 2023-04-27 14:58:17   AMED/ SÊRT - Partiya Çepên Kesk ji bo balê bikişîne ser oprasyona binçavkirinê ya navenda wê Amedê, li Amed û Sêrtê bi xebatkarên çapemeniyê re hate ba hev.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê û namzetên parlamenteriyê Azad Bariş û Sorgul Aytek Avşar, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, bi xebatkarên çapemeniyê re hatin ba hev. Di çarçoveya hevdîtinê de li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat taştê hate dayîn û gelek xebatkarên neteweyî û herêmî tev li bûn.    'EM HATIN DAWIYA REJÎMA ZEXTÊ’   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Heta ku li welatekî azadiya çapemeniyê nebe, li wî welatî demokrasî nabe. Em hatine dawiya feraseta îktîdarê ya yekperest. Ji bo tunekirina cudahiyên civakê zextekî giran kirin. Ev zext herî zêde jî li çapemeniyê kirin. Em wisa hîs dikin ku ev rejîma zextê ya sedsalî êdî ber bi dawiyê ve diçe. Îktîdar, bi zextên xwe hewl dide rejîmeke nû ava bike. Ev rejîm jî pergala hikûmetê ya serokkomariyê ye. Hemû erk di destê yek kesî de tên komkirin. Mebesta ji vê rejîmê jî ew e ku tevahiya kesên muxalîf, kêmnetewe û nasnameyên etnîkî yên cuda bêdeng bikin. Piştî vê pêvajoyê, girtîgeh tije bûn. AKP kengî hatibe herêmê her tim mizgîniya avakirina girtîgehan da. Ji ewil jî rojnameger, zanyar û siyasetmedar xistin van girtîgehan. Em ji bo avakirina komara demokratîk têdikoşin û hewl didin vê rejîma zextê ji holê rakin.”    'AMED DÊ TESLÎMÎ FAŞÎZMÊ NEBE’   Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî wiha got: “Tirkiye ketiye qonaxeke dîrokî. Ev der bûye sembola înkara sedsalî û berxwedana sedsalî. Lewma peyama xelkê Amedê girîng e. Di hemû anketan de Amed weke bajarekê nedilşad xuya dike û sedema vê jî îktîdar e. Xelkê Amedê dê teslîmî vê îktîdara faşîst nebe. Tevî hemû êriş û operasyonan jî dê têkoşîna xwe bidomînin.”    'EM Ê DEV JI RÊYA XWE BERNEDIN’   Ji namzetên parlamenteriyê Sorgul Aytek jî di hevdîtinê de anî ziman ku her roj bi zexteke girantir hişyar dibin û wiha derbirî: “Li ser serê me zext û zordestî heye. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Îro zimanê me qedexe ye û di bin zextê de ye. Em ji bo zimanê xwe têdikoşin. Em ê li hemberî hemû polîtîkayên zextê yên îktîdarê bisekinin. Çi bikin jî em ê dev ji rêya xwe bernedin.”    'HEKE AMED BI SER KEVE DÊ TIRKIYE BI SER KEVE’   Di hevdîtinê de namzetê parlamenteriyê Azad Bariş jî wiha axivî: “Îktîdar destwerdanê li hemû qadên girîng bike. Ev operasyon ne tenê li dijî me, li dijî demokrasî û azadiyê hatiye kirin. Divê her kes dengê xwe derxîne. Zextên li ser çapemeniyê nayên qebûlkirin. Em ji bo azadî û demokrasiyê li vir in. Heke ev der bi ser keve dê Tirkiye bi ser keve.”    SÊRT    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Sêrtê û namzetên parlamenteriyê bi xebatkarên çapemeniya herêmî re hatin ba hev. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Eşref Tekîn, Hevseroka HDP’a Sêrtê Hatîce Tay, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, namzetên parlamenteriyê Tuncer Bakirhan, Sabahat Erdogan Saritaş û Abdullah Çetîn tev li hevdîtinê bûn.    Di hevdîtinê de Tuncer Bakirhan anî ziman ku rewşa aboriyê ya welêt xerab e û ji hêla demokrasiyê ve baş nayê birêvebirin. Bakirhan, wiha domand: “Xelk di nava tirsê de ye û li bendê ne bê ka dê kengî li deriyê wan bê xistin. Gelo ma çi ji vê îşkenceyê mezintir e? An tu dê bibî alîgirê rejîma yekzilamî an jî dê bibî dijmin.”   Ji namzetan Abdullah Çetîn jî ev tişt anî ziman: “Partiya Çepên Kesk ne tenê li Sêrtê lê li her devera Tirkiyeyê bo ciwanan, jinan, ekolojîstan, femînîstan û her derdorên civakê bûye hêvî. Em li qadê û di xebatên pratîkî de vê hêviyê dibînin.”