Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin 2023-04-27 11:44:29 BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitînga bicoş a Tetwanê de axivî û got: “Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin.” Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî got: “Derdek vî welatî heye ew jî ev îktidar e. Em ê we bişînin.”   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya hilbijartinên 14’ê Gulanê de li navçeya Tetwan a Bedlisê bi dirûşmeya “Dîsa Em” mitîngê li dar xist. Mitîng li Qada Fûarê hat lidarxistin û qad bi mitîngên partiyê hat xemilandin. Welatî ji du noxteyên kontrolê derbasî qadê bûn.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li ser rêya bejahiyê ya Tetwan û Wanê; Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, li ser rêya Bedlîs-Tetwanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Konvoyên wesayîtan ku Bûldan û Bayindir di nav de bûn pişt re hatin qada mitîngê. Hevserok li vir bi coş û peroşekî ezamet ji aliyê girseyê ve hatin pêşwazîkirin.    Di mitîngê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û piştre Bayindir û Bûldan axivîn.    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Bedlîsê Nûrdan Îlbasan diyar kir ku ew bi îktidarek faşîst re rûbirû mane û ew ê di 14’ê Gulanê de bibin terefê serkeftinê.    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Bedlîsê Huseyîn Olan, Semra Çaglar Gokalp û Enver Balîn derketin ser dikê û girseyê silav kirin. Girseyê bi dilgermî namzetan pêşwazî kir.    BAYINDIR: VÎ GELÎ SERÎ NETEWAND    Hevserokê Giştî yê DBP’ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir axivî û wiha got:    Ciwan û jin bi biryar in ku wê vê îktidarê bişînin. Bi sedsalan e Bedlîs navenda siyaseta kurd e. Wê ev îktidara AKP’ê jî bi saya we hilweşe û têk here. Îktidara AKP-MHP’ê îktidara înkarê ye. Îktidara înarkirina kurdî ye. Em ê vê zîhniyetê hilweşînin. Ev îktidar ne ji bo gelê kurd e. Ev îktidara tunehesibandina gelê me ye. Em ê hesabê vê yekê ji wan bipirsin. Tu tiştek di destê wan de nemaye. Tenê kuıştin û tasfiyekirin di destê wan de maye. Hevalên me kirin binçavan. Em ji Beslîsê gazî dikin; vî gelê serî netewand û wê netewîne.      'EM Ê GOVENDA AZADIYÊ BIGERÎNIN’    Em ji bo azadiyê têdikoşin. Bedlîs bajarê aştî û azadiyê ye. Hemû dinya li ser pirsgirêka kurd diaxive. Ev pirsgirêk heye. Lê ev îktidar gelê kurd û pirsgirêka wan înkar dike. Çareseriyê naxwazin. Heke hûn çareseriyê qebûl nekin, hûnê hilweşin. Lewma ev hilbijartin gelek girîng e. Ev hilbijartin ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pir girîng e. Berpirsiyarî dikeve ser milê me. Em xwedî li sindoqên xwe derkevin. Dixwazin destwerdanê li hilbijartinê bikin. Lê çi dikin bila bikin wê gelê me bi ser bikeve. Em ê di 15’ê Gulanê de li Kurdistanê govenda azadiyê bigerînin.”    BÛLDAN: DEMOKRASÎ: 3, FAŞÎZM: 0   Paşê jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan derket ser dikê û xîtabî girseyê kir.     Axaftina Bûldan wiha ye:    “Ji bo em îro li Tetwanê ne em serbilind in. Nemaze ez silav û hezkirinên xwe pêşkêşî jinan dikim. Berê di mitîngên Bedlîsê de jin nebûn, îro jin li refên pêş in. Li Bedlîsê 3 namzetên me hene. Namzetên me ewilî emanetî Xwedê ne û paşê jî emanetî we dikim. Em wisa bi bawerin em ê li vir her sê parlamenteran jî derxin. Çimkî em ji gelê Bedlîsê bi bawer in. Wê xwedî li îradeya xwe derkevin.    Min viya li Colemêrgê got. Ez dixwazim li vir jî bêjim. Demokrasî: 3, faşîzm:0. Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin û demokrasiyê bînin. Em ê hemû bi hev re renge Partiya Çepên Kesk li her devera Tirkiyeyê belav bikin. Wan komploya danî pêşiya me me. Doza girtinê li partiya me vekirin. Dixwazin siyaseta me asteng bikin. Heke li cem wan pêngav hebin helbet li cem me jî hene. Jibo em vê faşîzmê têk bibin û îktidarê biguherînin em têdikoşin.    EM Ê QESRA WAN ZIVISTANÊ BIKIN MUZE    Li her cihê me diçinê karker, cotkar, dikandar û jin mexdûr in. Çima? Çimkî hemû çavkaniyên vî welatî didin alîgirên xwe û didin çeteyên xwe. Da ku îktidara xwe biparêzin. Ev gel ne di xema wan de ye. Gelê Bedlîsê ne di xema wan de ye. Yek ji bajarên herî ku feqîrî lê heye Bedlîs e. Wan li vir razameniyek kir, Ew jî li Xelatê qesra zivistanê çêkirin. Tekane razameniya wan qesra zivistanê ye. Em ê çi bikin; em ê qesra wan zivistanê veguherînin muzeyê. Ev jî bila soza me be.    ROLA CIWANAN GIRÎNG E    21 sal in her ku diçe vî welatî feqîr dikin. Dema em roja 14’ê Gulanê çûn ser sindoqê em destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û wisa raya xwe bikar bînin. Êdî em neçar in ku AKP’ê ji ser sehneya siyasetê paqij bikin.    Li Bedlîsê ciwan û jin betal in û pirsgirêkên we ne di xema îktidarê de ye. Siberoj û xeyalên ciwanan şikandine û dizî ne. Em bi zîhniyetek wisa re rûbirû ne. Berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê ciwanên dê nû rayên xwe bikar bînin. Ciwanên hêja yên ku vê îktidarê biguherînin hûn in. Ciwanên hêja rayên we ji her tiştî bi qîmetir e. Teqez divê ew deng ji Çepên Kesk re biçe.    EM Ê WE BIŞÎNIN    Bêguman wê gelê Bedlîsê di 14’ê Gulanê de bersiva vê îktidarê bide. Tu gumana me ji vê nîne. Çimkî derde gelê Bedlîsê heye. Çimkî gelê Bedlîsê wek te di qesr û qonaxan de rûnanê. Derdek vî welatî heye ew jî îktidara we ye. Em ê we bişînin.    AQILMENDA WAN ÇÎLLER E    Radibe û rûdinê dibêje, ‘xwecihî û milî’. Ji bilî vê tu gotinê nake. Tifaqa wan tifaqa Texsiyên Spî ne. Tifaqa wan dijminatiya gelê kurd dike û dixwazin siberoja gelê kurd tarî bikin. Di du rojên dawî de bi sedan hevalên me kirin binçavan. Dema van operasyonan dikin, aqilmendek wan heye. Dema we vê operasyonê kir, we ji aqilmenda xwe Tansû Çîller bipirsiya. Gelo ka di serdema herî tarî de di dema kiryarên nediyar de ev têkoşîn û ev partî mezin bû an nebû. Wê Tansû Çîller ji we re qal bikira. Ji ber ku aqilmenda wan Tansû Çîller e em pêşniyaz dikin ku pê bi şêwir in.    BEHSA ÇEPÊN KESK BIKIN    Em soz didin we; em ê demokrasî, aştî û edaletê bînin vî welatî. Teqez em ê hesabê hemû xerabiyên vê îktidarê di 14’ê Gulanê de di sindoqan de bipirsin. Gelê me yê hêja, dema hûn çûn ser sindoqê bila Çepên Kesk ji bîra we dernekeve. Divê teqez hûn ji kal û pîrên me ku xwendin û nivîsandina wan nîne re behsa Partiya Çepên Kesk bikin.”     Mitîng li ber şahiya muzîkê bi dawî bû.