Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin 2023-04-27 10:52:06   AYDIN/MÛGLA - Endamên Partiya Çepên Kesk ji bo mitîngên Aydin û Mûglayê ku dê di 29’ê nîsanê de bên lidarxistin bang kirin û xwestin ku hemû kes piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.    Partiya Çepên Kesk starta mitîngên hilbijartinên 14’ê Gulanê li Colemêrgê dabû û mitîng didomin. Di vê çarçoveyê de dê di 29’ê nîsanê de li Aydin û Mûglayê mitîng bên lidarxistin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseorka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst Cavît Ugur tev li mitînga Mûglayê bibin. Mitîng dê li Qada Bazarê ya Yalikavakê ya navçeya Bodrumê saet di 13.00’an de bê lidarxistin. Her wiha mitînga Aydinê jî dê saet di 18.00’an de li Qada Kentê bê lidarxistin û Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş tev li bibe.    Ji bo mitîngan, li her du bajaran jî bi roja ye amadekarî tên kirin û banga tevlibûna mitîngan tê kirin. Partiya Çepên Kesk hewl dide ji her du bajaran jî parlamenteran derxîne û tê payîn ku mitîngên girseyî bên lidarxistin.    LI DIJÎ TALANÊ BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGAN    Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Aydinê Zafet Şîmşek ji bo mitîngê bang kir û wiha got: “Em ê li navenda bajar mitînga ‘Aydina Mezin’ li dar bixin. Em bang li tevahiya gelê me dikin ku tev li mitîngê bibin. Ji bo bidawîkirina vê pergala talan û zilmê ya ku îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê di nava 20 salan de ava kiriye, banga me li her kesî ew e ku tev li mitîngê bibin. Banga me li tevahiya gelê me ew e ku di 29’ê nîsanê de tev li mitînga li Qada Kentê bibin.”   'EM BIBIN YEK’   Hevseroka HDP’a Bodrûmê Zûhal Macît jî da zanîn ku bi rojaye derî bi derî digerin û gel vedixwînin mitîngê. Macît, herî dawî ev bang kir: “Divê li dijî talankirina xwezaya Mûglayê, her kes piştgiriyê bide Partiya Çepên Kesk. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku tev li mitînga li Bodrûmê bibin. Werin em bi hêza guherînê re bibin yek û di 14’ê Gulanê de vê îktîdarê têk bibin.”