Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye? 2023-04-27 10:27:47   DÊRSIM - Li Dêrsimê 3 zonên fayê derbas dibin û li gel ku naçeya Pilemûriyayê dikeve ber Zona Fayê ya Bakurê Anatoliyayê ya bi dirêjiya 75 km’an jî heta niha tu tevdîr nehatine girtin.    Yek ji bajarên ku xetereya erdhejê herî zêde li ser jî Dêrsim e. Zona fayê ya 3’yemîn li herêmê heye û her wiha li navçeyên Çêrme ya Çewligê, li navçeya Çimîn a Erzînganê û li navçeya Pilemûriya ya Dêrsimê jî xetên fayê yên çalak hene. Qismekê Zona Fayê ya Bakurê Anatoliyayê ku bi dirêjiya 75 kîlometreyan e, qismekê navçeya Pilemûriyayê jî digire nav xwe.    Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Odeya Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Dêrsimê Ugur Beycan, têkildarî amadekariyên ji bo erdhejê û xetereyên heyî axivî.    ‘EFÛYÊN ÎMARÊ JI BO HILBIJARTINÊ HATIN KIRIN’   Beycan, diyar kir ku erdhej êdî ketine rewşeke domdar û wiha got: “Lê Tirkiye di ezmûna erdhejan de bi ser neket. Ji demên berê heta niha erdhejên Golcuk a Erzînganê û yên Wanê û gelek karesatên lehiyan çêbûn. Em bi awayekî sîstematîk tevdîran nagirin, xweza û zanistê esas nagirin. Ji vê hêlê ve em xwedî feraseteke ku zanist û rastiyê esas digirin nînin. Em Erdheja Mereşê weke ‘karesata sedsalê’, ‘Terkexemiya Sedsalê’ pênase dikin. Ji ber erdhejan me bi milyonan kes winda kirin. Bi hezaran kes jiyana xwe bûn. Windahiyên mezin ên aboriyê çêbûn. Ji saeta erdhej çêbûy heta mercên demsalê, tevekan jî bandoreke mezin kir. Ya ku rê li ber ewqas neyîniyan vekirî jî polîtîkayên îmarê, efûyên îmarê û hwd. bûn. Erdhejê bandor li Dêrsimê jî kir.”    ‘RASTIYEKE ERDHEJÊ HEYE’   Di berdewamê de Beycan anî ziman ku li Dêrsimê rastiyeke erdhejê heye û wiha domand: “Xetên fayê yên ku tê payîn dê bişikên hene. Divê tavilê bo erdheja Dêrsimê tiştên şênber bên kirin. Divê hemû rêxistinên civaka sivîl, sazî, rêxistinên pîşeyî û saziyên cemaweriyê xebatan bikin. Di rojên 4 û 5’an en erdhejê de TMMOB û TBB’ê protokolek îmze kirin. Me jî di çarçoveya vê protokolê de li ser Baroya Dêrsimê komîsyonek ava kir. Tişta ji ewilî em ser sekinîn jî li ser stoka avahiyan me dest bi xebatên tektîkên başkirinê û guherandinê kir. Başkirineke erdhejê ya ji 32 xalan pêk tê derket holê. Me ev mewzûat jî pêşkeşî Meclisa Şaredariya Dêrsimê kir. Têkildarî vê mijarê niha xebateke cemaweriyê tê kirin. Piştî erdhejê, Lijneya Konseya Erdhejê bi awayekî fiîlî hate avakirin. Em ê di demekî herî nêz de bidin bicihkirin.”    ‘FIKARÊN ME YÊN MEZIN HENE’   Herî dawî jî Beycan ev tişt anî ziman: “Divê avahiyên birîsk ên Dêrsimê bên tespîtkirin. Di halê hazir de stokeke avahiyan a Dêrsimê heye. Divê ev stok derkeve pêş. Li ser vê divê avahiyên birîsk bên tespîtkirin û hilweşandin. Li Dêrsimê derdora 3 hezar û 500 avahî hene. Ji sedî 60’ê van jî avahiyên kevnin. Gelemperiya van avahiyan jî li taxên Ataturk û Cumhuriyetê ne. Fikarên me yên ji bo van taxan pir zêde ne. Taxên li navenda Dêrsimê hêj kevintir in. Ev jî teqabûlî ji sedî 30-40’ê dike. Ev hejmar, hejmareke zêde ye. Fikarên me mezin in. Her wiha sûka navenda Dêrsimê û taxên wê di bin xetereyeke mezin de ne. Piştî erdhejê me bi rêxistinên civaka sivîl, baro û şaredariyan re ‘mewzûata erdhejê’ amade kir. Lê ev bi tena serê xwe bas nake. Dê xebatên me bidomin. Em dixwazin ev xebat civakî bibin. Ji ber tayînên bêliyeqet di erdhejê de gelek saziyên cemaweriyê bêbandor bûn. Lê saziyên me girîngî didin liyeqatê û em ê pirsgirêkên heyî daxînin astekî herî kêm.”    MA / Zerrîn Sargut