Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin 2023-04-27 09:39:51   ŞIRNEX - Li 3 gundên navçeya Qileban a Şirnexê di çarçoveya lêpirsîna der barê cerdevanên ku wêneyê Selahattîn Demîrtaş ecibandin hatiye dest pê kirin de çekên wan hatin desteserkirin.    Li gundên Bêjûh, Mergeh û Elemûn ên girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê derbarê cerdevanên ku li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal wêneyê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê kevin Selahattîn Demîrtaş ecibandibûn de ji aliyê Fermandariya Leşkerî ya Qilebanê ve lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji gundê Bêjûh îfadeyên Îlhan E., Sinan E., ji gundê Mergeh îfadeya Haci Y., û ji gundê Elemûnê jî îfadeyên cerdevanên bi navê Barış O., Haci A., hatin wergirtin. Piştî îfadeyan çekên her 5 cerdevanan hatin desteserkirin. Ji cerdevanên ku îfadeyên wan li qereqolên gundan hatine girtin re wiha hate gotin: 'Divê we li ser hesabên medyaya dîjîtal siyaset nekiribûya' Hate hînbûn ku heta lêpirsîn bi encam nebe çeka cerdevanan nayê dayîn.    Her wiha şeniyên Elemûnê diyar kirin ku fermandariya qereqolê ferman daye cerdevanan, gef li wan xwariye û wiha gotiye: 'Hûn ê di vê hilbijartinê de dengê xwe nedin HDP'ê û CHP'ê'. Hate hînbûn ku zext û gefên leşkeriyê yên bi vî rengî li gundên navçeyê û li ser şeniyên herêmê didome.      MA / Zeynep Dûrgût