Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite 2023-04-27 09:01:18   STENBOL - Fînce Akman ku bi dehan caran di çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin de hatiye binçavkirin, ji bo edaletê di nava xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk de ye.    Li Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin. Ji kesên ku piştgiriya xebatên Partiya Çepên Kesk dikin yek jê jî Fînce Akman e. Akman, bi dehan caran di çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin de hatiye binçavkirin.   Akman ku ji bo kurê xwe Yakûp Akman ê di Girtîgeha Sîlîvriyê de û girtiyên din tev li Nobeda Edaletê bûbû û gelek caran bi îşkenceya polîsan re rûbirû mabû û ji bo edalet pêk bê daxilî nava xebatên hilbijartinê bûye.    TÊKOŞÎNA JI BO GIRTIYAN   Akman ku ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê bi salan bi zext û zilma dewletê re rûbirû maye, diyar kir ku tevî wê 7 zarokên wê jî bi zilmê re rûbirû mane. Akman bibîr xist ku par ji ber pêkanînên li girtîgehan bi dehan girtiyan jiyana xwe ji dest daye û got ku tevî malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin ji bo edaletê tevgeriyane.    Akman diyar kir ku tevî xizmên girtiyan gotine "Bila tabût ji girtîgehan dernekevin" û Nobeda Edaletê dane destêkirin û got ku çalakiya xwe li kuçeyan û li ber edliyeyê domandine. Akman wiha axivî: "Madem li edliyeyan 'edalet' dinivîse, me jî got em ê jî ji van deran doza edaletê bikin. Di hemû çalakiyan de ne edaletê nas kirin ne jî guh li dayikan kirin. Îşkence û tahde kirin. Hefteya borî ez çûm girtîgehê cem kurê xwe, kurê min got îşkence didome."    BI ŞEV Û BI ROJ DI NAVA XEBATAN DE YE   Akman destnîşan kir ku polîtîkaya desthilatê ya li hemberî girtîgehan dodome û got ku ji ber vê bi Partiya Çepên Kesk re li qadan e. Akman bilêv kir ku tekane armanca wan çûna AKP'ê ye û wiha got: "Heke di vê hilbijartinê de AKP'ê biçe wê gelek tişt biguherin. Heke AKP biçe dê pêkanînên li girtîgehan bi dawî bibin. Em jî, ji bo ji vî derdî xelas bibin bi şev û biroj dixebitin. Heke Erdogan neçe jî dê têkoşîna me bidome. Her kes gava çû ser sindoqan divê xwedî li dengên xwe derkevin. Ev hilbijartin, hilbijartina man û nemanê ye. Heke em xwedî li dengên xwe derkevin em ê bi ser bikevin."    Akman çavdêriyên xwe yên di xebatên hilbijartinê de jî parve kirin û got: "Kesên ku berê deng didan Erdogan, niha jê ne razî ne. Êdî kes ji Erdogan natirse. Her kes dixwaze jê xelas bibe. Ev hilbijartin, hilbijartina wijdanê ye. Divê hemû jin û dayik bi awayekî çalak bixebitin. Bi taybetî ji bo kesên ku zarokên wan girtî ne dibêjim, 'Em zarokên xwe xelas bikin.'"    MA / Ergîn Çaglar