Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin 2023-04-26 20:16:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Girseya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber Ofîsa NY’yê ya li Cenevreyê hat ba hev, ji bo berxwedana li hemberî binçavkirina rojnameger, siyasetmedar, hunermend û parêzeran bang kir.    Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê dewam dike. Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de ku Kurdistanî her hefte roja Çarşemê li pêşiya avahiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê li dar dixin, binçavkirinên li bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatin protestokirin.   ‘EM Ê BI BERXWEDANÊ BIBIN BERSIV’   Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî di çalakiyê de axivî û anî ziman ku ew ji bo protestokirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê didomînin û bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên navend Amedê da û wiha got: “Bloka faşîst dizane ku wê biçe, ji ber vê ye êrîşên xwe berfirehtir kir. Em ê jî bi berxwedanê bersivê van êrîşan bidin.   Çelebî diyar kir ku hêza ku wê bloka faşîst têk bibe, tevgera kurd e û banga mezinkirina têkoşînê û tevlîbûna xebatên hilbijartinê kir.   Girse piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û gelek caran dirûşmeyên têkîldarî “Pêngava Dem Dema Azadiyê” berz kirin.