Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin 2023-04-26 17:29:16   ŞIRNEX- Cenazeyê endama YJA-Starê Şehla Tekîn piştî 6 mehan radestî malbata wê hat kirin.   Li herêma Cudî ya Şirnexê di 7’ê îlona 2022’yan de endama YJA-Starê Şehla Tekîn (Ezda Meşkan) di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Tekînê bêyî malbata wê li "goristana bêkesan" a Şirnexê hatibû definkirin. Malbata Tekîn ku beriya niha ji bo DNA'yê xwîn dabû, piştî ku encama DNA'yê kifş bû ji Hatayê hat Şirnexê û piştî 6 mehan cenazeyê Tekînê wergirtç   Malbatê cenazeyê Tekînê ku ji goristana bêkesan a li Bahçelievlerê wergirt, ji bo definkirinê ber bi Gevera Colemêrgê ve bir.