Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne 2023-04-26 14:11:30   AMED - Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn operasyona binçavkirinan a di erîfeya hilbijartinê hat kirin nirxand û da zanîn ku bi salane ji hiqûqzanan bigire heta hunermendan di hedefa zextan de ne û heke wisa bidome dê hilbijartinek adilane pêk neyê.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de duh li 21 bajaran bi awayekî hemwext bi ser gelek mal û kargehan de hate girtin û herî kêm 128 kes hatin binçavkirin. Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn binçavkirina nirxand û diyar kir ku îktidar dixwaze beriya hilbijartinê vê atmosferê nîşan bide.    Zeytûn da zanîn ku biryara veşarî ya li ser dosyeyê hînbûna naveroka lêpirsînê asteng dike û ji ber ku ew nikarin xwe bigihînin naveroka dosyeyê nikarin nirxandinek hiqûqî ya berfireh jî bikin.    ZEXTÊN SÎSTEMATÎK    Zeytûn diyar kir ku astengkirina hînbûna naveroka dosyeyê rê li ber bêhiqûqiyê vedike û got: “Em dibêjin beriya hilbijartinê xwestin vê operasyonêl i dar bixin. Ev operasyon bi hilbijartinê ve girêdayî ye. Bi salane hiqûqzan, parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên sivîl, rojnamevan û hunermend bi binçavkirin, lêpirsîn û pêvajoyên wiha re rûbirû dimînin. Her roja ku diçe dixwazin qada sivîl teng bikin. Her saziyek sivîl û siyasî yên kurd ku li ber polîtîkayên şaş ên îktidarê radibin, bi binçavkirin û girtinan tên tengavkirin. Mixabin ku ev rewş êdî bi awayek sîstematîk didome. Her roja ku diçe kûrtir dibe. Ber bi hilbijartinê ve bi zanebûn van operasyonan li dar dixin. Ji ber van zextan li welatê me hilbijartinên adilane çênabin. Çimkî her tim polîtîkayên zextan hene. Ev operasyonake berfireh e û bivê nevê me di warê binpêkirina mafên mirovan de me dixe nava fikaran.”    ÎHD’Ê GILIYÊ OPERASYONÊ KIRIYE    Zeytûn têkoşîna ÎHD’ê ya ji bo parastina mafên mirovan bi bîr xist û ji bo ew pêşî li binpêkirina mafên mirovan bigirin mijarê ji nêz ve dişopînin û li dijî vê bêhiqûqî û neheqiya li mirovên hatine binçavkirin rabin gilî kirine. Zeytûn got ew ê her mafên mirovan biparêzin.