Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî 2023-04-26 13:15:55 AMED - Parêzeran lêgerîna polîsan û dozger a li ofîsa parêzerê rojnamevanên girtî Resûl Temûr hildan bin girtekê. Parêzeran di girtekê de diyar kir ku dozger Mehmet Kalababa wezîfeya xwe xerab şixûlandiye û mafê parastinê sînordar kiriye.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin duh operasyona ku navenda wê Amed bû û li 21 bajaran hat lidarxistin, rojnamevan, hiqûqzan, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl di nav de herî kêm 126 kes hatin binçavkirin. Li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfadegirtina binçavkiriyan dest pê kir.    Parêzer Resûl Temûr jî yek ji wan parêzerên girtî ye. Ew parêzerê rojnamevanên girtî ye. Duh di operasyonê de li ofîsa xebatê ya Temûr lêger3in pêk hat. Dozger Mehmet Kalababa di lêgerînê de amade bû. Dozger tevgerên nexweş nîşanî parêzerên ku beşdarî lêgerîna li ofîsê bûbûn da û gotinên nexweş ji wan re got. Parêzeran girteka kêliya lêgerînê girtin. Di kêliya lêgerînê de parêzer Semra Balyan, Gulşen Demîr, Rûşen Seydaoglû, Gulan Çagin Kalelî, Ahmet Kerîm Tucer, Servet Vural û Baver Mizrakli amade bûn û girteka wê lêgerînê amade kirin. Parêzer Mehmet Emîn Aktar girteka ku parêzeran amade kiriye li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir.    'DOZGER WEZÎFEYA XERAB PÊK ANIYE’    Parêzer di girtekê de dibêjin lêgerîn û desteserkirina alavên li ofîsê li dijî rêbaz û hukmên rêbaza CMK’ê ye. Parêzer didin zanîn ku dozger Mehmet Kalababa li hemberî wan tevgerên nexweş û gotinên nexweş kiriye û ji bo wan li dijî mudaxileya neheq kirine û lewma dozger wan ji ofîsê derxistiye. Parêzeran anî ziman ku dozger fermanek li dijî hiqûqê daye û dozger li dijî wezîfeya xwe tevger kiriye, wezîfeyek xerab pêk aniye û mafê parastinê asteng kiriye.