Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin 2023-04-26 13:15:32 AMED - Îfadeyên 128 kesên duh di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de hatibûn binçavkirin ên li emniyetê dest pê kirin.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de duh li 21 bajaran bi awayekî hemwext bi ser gelek mal û kargehan de hate girtin û herî kêm 128 kes hatin binçavkirin. Kar û barên îfadegirtinê yê binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin.    Ji ber ku di erdhejê de xesar gihiştibû hinek qereqolên polîsan ên li bajar, binçavkirî li qereqolên cuda tên ragirtin. Piştî ku biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate rakirin, kar û barê îfadegirtinê yê li emniyetê jî dest pê kir. Îfadeyên binçavkiriyan, li qereqolên ku binçavkirî lê tên ragirtin tên girtin.