Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin 2023-04-26 11:57:06 MÛŞ - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Mûşê ji bo mitînga ku dê sibe were lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Em li qada mitîngê bên ba hev û sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin.”    Partiya Çepên Kesk dê sibe li Qada Kobanê ya Mûşê mitînga hilbijartinê li dar bixe. Hevserokê Giştî yê  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajar dê tev li mitîngê bibin. Namzetên parlamenteriyê yên bajar dan zanîn ku wan amadekariyên xwe bi dawî kirine û banga tevlibûnê kirin.    ‘EM Ê BI FELSEFEYA JIN, JIYAN, AZADÎ LI QADÊ BIN’    Ji namzetên parlamenteriyê Sumeyye Boz diyar kir ku dê bi hêza jinê îktîdara AKP’ê têk bibin. Boz, ji bo mitînga sibe jî ev bang kir: “Ev mitîng dê bibe mitîngeke dîrokî ye. Dê rê li ber serkeftina me veke. Em dixwazin ku bi taybet jî di mitîngê de hêza jinê li pêş be. Em ê ji bo mafên jinan û ji bo Peymana Stenbolê li qadê bin. Em ê bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ li qadê bin.”    Ji namzetan Sezaî Temellî jî ev tişt anî ziman: “Em ê mitînga mezin a Mûşê li pêşiya şaredariyê li dar bixin. Em ê li wir bên ba hev û hêza xwe, biryardariya xwe û vîna xwe nîşanî dost û dijminan bidin. Banga min ji bo hemû jin, ciwan, zarok û her kesî ew e ku tev li mitîngê bibin. Serkeftin a me ye.”    ‘DIVÊ TEVLIBÛNEKE XURT HEBE’   Têkildarî mijarê ji namzetan Serhat Dursun jî bang li tevahiya xelkê bajar ku tev li mitîngê bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Bi taybet jî divê navenda Mûşê, gundê wê û navçeyên wê tevlibûneke xurt raber bikin. Divê tevî jin, ciwan, zarok, kal û pîrên xwe tev li mitîngê bibin. Divê em mêvanên xwe pir baş pêşwazî bikin. Serkeftin a me ye.”