‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’ 2023-04-26 10:42:57 AGIRÎ - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr diyar kir ku ji ber polîtîkayên tên birêvebirin xelk neçarî koçberiyê tê kirin û got: “Ez ê ji bo ku gelê me vegere ser axa xwe, bixebitim.”    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li 81 bajaran xebatên xwe didomînin. Agirî yek ji wan bajaran e ku Partiya Çepên Kesk bi îdia ye. Di hilbijartinên 2018'an de ji 4 parlamenteran 3 ji aliyê HDP'ê ve yek jî ji aliyê AKP'ê ve hatin bidestxistin. Yekane armanca Partiya Çepên Kesk a Agiriyê di vê hilbijartinê de bidestxistina 4 parlamenteran e. Namzeta parlamenteriyê ya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr di heman demê de endezyara bilind a çandiniyê ye. Demîr diyar kir ku yek ji armancên wê yên sereke ew e ku xelkê wan ê ji ser axa xwe ji ber polîtîkayên dewletê koçber bûye vegerînin ser axa wan û carek din ji nû ve li ser axa xwe bigihîjin hev.    Serpêhatiya Demîr ji ya zarok û ciwanên kurd ne dûr û ew jî xwedî heman serpêhatiyan e. Dayik û bavê wê ji ber xebat û sedemên siyasî cezayê hepsê li wan tê birîn û neçar dimînin ku derkevin derveyî welat û niha ew li mişextiyê dijîn. Bavê Nejlayê bi qasî 20 salan di girtîgehê de dimîne. Demîr serpêhatiya xwe ya têkoşînê wiha vedibêje: “Tiştek nema ku nehat serê kurdan. Zext û bûyerên travmatîk ku hatin serê kurdan, helbet malbata min jî ji vê bêpar nema. Em jî di qonaxek zehmet de derbas bûn. Piştî birayê min Mahsûm Demîr ku ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd şehîd ket, têkoşîn û jiyana min guherî. Min got ez ji niha şûn ve çawa dikarim mil bidim milê têkoşînê. Ez her tim ji têkoşîna wî hêz digirim.”    Nejla Demîr   BI PITIKA XWE YA 6 MEHÎ RE TÊ GIRTIN    Demîr diyar kir ku di sala 2019’an de ji ber twîtek têkildarî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê parve dike bi pitika xwe ya 6 mehî re tê girtin û wiha got: “Ez demek li girtîgeha Agiriyê û Oltûyê mam. Ez û pitika xwe bi hev re di girtîgehê de man.” Demîr anî ziman ku ew di nava malbatek welatparêz de mezin bûye û dixwaze ji bo mafên gelê kurd û her cure mafên jinan têkoşîna xwe li qada Meclisê berdewam bike.    ‘MIROVÊN ME HATIN KOÇBERKIRIN’    Demîr destnîşan kir ku çavkaniyên debara li bajêr a sereke çandinî û sewalkarî ye û wiha got: “Dewletê di vî warî de polîtîkayên pir hişk sepandin. Dewletê kir ku li bajarê me ne çandinî ne jî sewalkarî ma. Ked û heqê cotkaran hat xwarin û wan ji karûbarên wan dûr xistin. Zeviyên xelkê bêqîmet hatin hiştin, ji destên wan hatin sitendin û xelkê neçarî koçberiyê kirin. Ez ê hewl bidim ku mirovên me dîsa vegerin ser axa xwe û li zevî û gundên xwe vegerin. Divê her kes vegere ser welatê xwe û ez dixwazim ji bo vê bibim gava destpêkê.”    ‘HER KES BI FÊLBAZIYA AKP’Ê HESIYAYE’    Demîr anî ziman ku 20 sal in îktidara AKP’ê hêvî û bendewariya gel ji wan diziye û li bajarê wan Agiriyê her kes bi kirin û fêlbaziyên AKP’ê hesiyaye û dizane. Niha li Agiriyê ne 4 parlamenter, 5 parlamenter jî hebin wê hemû partiya wan derxe û bi ser bikeve. Em vê potansiyelê li bajarê xwe dibînin. Wê ciwan AKP’ê di sindoqan de têk bibin.”    MA /  Bêrîvan Kûtlû