ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-26 09:00:00       * Jinên Botanê yên beşdarî mîtînga jinan a li Silopiyayê bûn diyar kirin ku ew pêşengên pêvajoyê ne û gotin: "Ciwan û jin êdî azadiyê dixwazin. Hêviya me birêz Ocalan e û em ê bi ser bikevin.   * Rêveberên jin ên pêkhateyên ku dê di bin banê Partiya Çepên Kesk de tevli hilbijartinê bibin, diyar kirin ku li Hatayê armanca wan 2 parlementer in û ji bo vê bang li jin û ciwanan kirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 765'emîn de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê berdewam bike. (10.00-21.00)   * Nûnertiya DÎSK'ê ya Herêma Egeyê dê têkildarî 1'ê Gulanê li Kemeralti ya Îzmîrê daxuyanî bide. (11.00)   * Partiya Çepên Kesk li Wanê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê li Parka Mûsa Anter mitînga jinan li dar bixe. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî wê li Enqereyê tev li hevdîtinên gel bibe û li Mamakê dê buroya hilbijartinê bê vekirin. (12.00, 12.30, 18.30, 15.00)   * Têkildarî binçavkirina rojnamevan, siyasetmedar, parêzer, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl dê li gelek bajaran daxuyanî bê dayîn. (13.00)