Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin 2023-04-26 08:56:09 AMED - Halîse Aksoy a ku cenazeyê lawê wê Agît Îpek di qutiyekê de radestê wê hatibû kirin û keça wê Mizgîn Karataş jî di operasyona duh de hatin binçavkirin.  Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin duh operasyona ku navenda wê Amed bû û li 21 bajaran hat lidarxistin, rojnamevan, hiqûqzan, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl di nav de 126 kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de Halîse Aksoy ku hestî ango cenazeyê lawê xwe Agît Îpek di qutiyekê de wergirtibû jî heye.    Polîsan bi ser mala Halîse Akosy a li Amedê de girtin. Piştî lêgerîna li malê Aksoy hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Di heman wextê de polîsan avêt ser mala keça Aksoy, Mizgîn Karataş jî. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştre Mizgîn Karataş û hevjînê wê Harûn Karataş kirin binçavan. Polîsan zarokê wan 4 salî jî li gel wan birin midûriyeta polîsan. Zarok heta duh heta êvarê li gel diya xwe û bavê xwe bû û êvarê radestî xizmên wan kirin.