'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye' 2023-04-25 22:20:30   ÎDIR - Namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn ku di şahiyê de axivî got: “Çavên girtiyên azadiyê li me û vê hilbijartinê ye û em ê bi tekoşîn û bi biryara xwe ya 14’ê gulanê wan rizgar bikin.”   Bi tevî zext û binçavkirinan jî xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didome. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Konalki ya Îdirê Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna namzetên xwe Aysel Aras û Yilmaz Hûn û sedan kesan şahiyek li dar xist. Qada şahiyê bi alayên Partiya Çepên Kesk hatin xemilandin. Di şahiyê de ku bi coşeke mezin derbas pankarta “Em qirkirina siyasî şermezar dikin” hat daliqandin. Zarok, ciwan, kal û jinan bi hev re govend gerandin û li dijî zextan bersiva herî xurt dan.     ‘EM Ê LI ÎDIRÊ 2 PARLEMENTERAN DERXÎNIN’     Namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk Aysel Arasê gel silav kir û xêr hatina wan kir. Dû re namzetê rêza yekemîn Yilmaz Hûn axivî û destnîşan kir ku ji bo hilbijartina 14’ê gulanê gelek kêm maye. Hûn, diyar kir ku çavên penaberên siyasî yên kurd, çavên Tirkiyeyê û hemû cîhanê li me ye û wiha got: “ Çavên Selahattîn Demîrtaş, Sabahat Tûncel, Gulten Kişanak û bi sedan girtiyên azadiyê li me û vê hilbijartinê ye. Em ê bi tekoşîn û bi biryara xwe ya 14’ê gulanê wan rizgar bikin. Em ê li Îdirê 2, li tevahî jî 100 parlementeran derxînin û li meclîsê bibin xwedî gotin û raye.”   EWLEHIYA SINDOQAN   Hûn bal kişand ser du mijaran û ev tişt gotin: “Du mijar hene ku em bi we re parve bikin. Ya yekemîn ew e ku em bi partiyeke nû dikevin hilbijartinê. Pêwîste em Partiya Çepên Kesk li her kesî bidin naskirin. Ev yekê jî dikeve li ser milê ciwanên me. Divê logoya me li her kesî bidin nasîn. Ev hilbijartin ji bo me dîrokî ye. Mijara duyemîn jî ewlehiya sindoqan e. Dîsa peywira herî girîng ya ciwanan e. Divê her kes rol û mîsyona xwe bi cih bîne. Hewceye roja hilbijartinê pêşiya her kesî em biçin ser sindoqan û heta deqeyên dawî jî sindoqan neterikînin. Dawiya rojê em ê serbikevin, wê gelê me serbikeve, welatê me serbikeve.”   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.