Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin 2023-04-25 16:11:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amedê de 25 parêzer jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Binçavkirin, li pêşiya edliyeyên Amed û Stenbolê hatin protestokirin.    Endamên Baroya Amedê têkildarî binçavkirina zêdetirî 100 rojnameger, siyasetmedar, parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da.  Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyiyeyê (TÎHV), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), gelek parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr daxuyanî xwend û xwest ku tavilê dawî li binçavkirinên derhiqûqî were anîn.    Ozdemîr, diyar kir ku heta niha 25 parêzer hatine girtin û wiha got: “Ji endamên Baroya Mêrdînê 3, ji Baroya Êlihê 2, ji Baroya Rihayê 1 û ji Baroya Amedê jî 19 parêzer hatin binçavkirin. Li gel wan, her wiha gelek rojnameger, hunermend û parastvanên mafan di encama serdegirtinên malan de hatin binbçavkirin. Her wiha bi ser Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê de hate girtin û lêgerîn hate kirin. Heke bangî hempîşeyên me jî bihata kirin dê biçûna îfadeyên xwe dabûna. Lê belê bi awayekî derhiqûqî bi ser malên wan de hate girtin. Ev bêhiqûqî, bi biryara nepeniya li ser dosyayê û qedexekirina hevdîtina parêzeran a ji bo 24 saetan jî hate domandin.”   ‘EM BI DESTÊ DARAZÊ HEDEF TÊN GIRTIN’   Di berdewamê de Ozdemîr ev tişt anî ziman: “Mafên bingehîn û azadî li Tirkiyeyê bi awayekî keyfî tên binpêkirin; di serî de parêzer, parastvanên mafên mirovan, rojnameger û hunermend bi destê darazê hedef tên nîşandan û gefa cezakirinê lê tê xwarin. Tê dîtin ku tevdîrên parastinê yên weke girtin û binçavkirinê bi aayekî nekêr û bêperwa tên bikaranîn. Li bûroyên parêzeran, dosyayên darizandinê yên xebatên pîşeyî weke delîlên sûc hatine desteserkirin û peywira parastinê weke mijara sûc hatine nîşandan. Ji demên berê heta niha her tim li Tirkiyeyê fikara ‘hilbijartin li gorî rêgeza demokratîk, adilane û dirûst nayên kirin’ hebû. Bi van binçavkirinan em dibînin ku têkildarî ewlehiya hilbijartinê dixwazin bi tefa dadrazê rêxistinên civaka sivîl û parastvanên mafan bêzar bikin. Em, krîmînalîzekirina rêxistinên civaka sivîl, parastvanên mafan û pîşeya parêzvaniyê bi tu awayî qebûl nakin. Divê hempîşeyên me, rojnameger û parastvanên mafan ên bi awayekî derhiqûqî hatin binçavkirin, tavilê werin berdan.”    ÊLIH    Şaxa OHD’a Êlihê jî têkildarî mijarê li avahiya komeleyê daxuyanî da û bertek nîşan da. Endamê MYK’a OHD’ê Mehmet Aykut di daxuyaniyê de axivî. Aykut, bal kişand ser berfirehiya operasyonê û wiha got: “Pêvajoya derhiqûqî ya bi serdegirtina malan û binçavkirinê domiya, bi biryara nepeniya li ser dosyayê û qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re a ji bo 24 saetan hate domandin. Bi qasî ku em li ser çapemeniyê hîn bûn; li gel endamên komeleya me, her wiha kedkarên çapemeniya kurd, siyasetmedar û hunermend jî hatine binçavkirin. Her ku 14’ê Gulanê nêz dibe, rejîm jî bêhtir bi hilweşîna xwe rû bi rû dimîne û hewl dide zextên xwe zêdetir bike. Tacîza xwe ya darazê ku li dijî tevahiya civak û derdorên muxalîf didomîne; li ser kedkarên çapemeniyê yên heqîqetê derdixin holê û siyasetmedaran didomîne.”    Di berdewamê de Aykut ev tişt anî ziman: “Weke Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê em ê krîmînalîzekirina parastvanên mafan û parastinê qebûl nekin û nehêlin ku pîşeya parêzvaniyê were darizandin. Em ê darizandina parastinê qebûl nekin. Ev hewldan, hewldanên dawî yên îktîdara siyasî ne û em li vir careke din dibêjin ku dê bi tu awayî serî li ber van zextan netewînin û dê bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”   STENBOL   Şaxa OHD’a Stenbolê jî bi heman boneyê li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, namzeta Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “OHD bêdeng nema dê bêdeng nebe” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de ji ewil parêzer Nagehan Avçîl axivî.   HEWLDANÊN DAWÎ YÊN ÎKTÎDARÊ NE   Avçîl, da zanîn ku binçavkirin bi awayekî derhiqûqî hatine kirin û ev tişt anî ziman: “Her ku 14’ê Gulanê nêz dibe, rejîm jî bêhtir bi hilweşîna xwe rû bi rû dimîne û hewl dide zextên xwe zêdetir bike. Tacîza xwe ya darazê ku li dijî tevahiya civak û derdorên muxalîf didomîne; li ser kedkarên çapemeniyê yên heqîqetê derdixin holê û siyasetmedaran didomîne. Em ê krîmînalîzekirina parastvanên mafan û parastinê qebûl nekin û nehêlin ku pîşeya parêzvaniyê were darizandin. Em ê darizandina parastinê qebûl nekin. Ev hewldan, hewldanên dawî yên îktîdara siyasî ne û em li vir careke din dibêjin ku dê bi tu awayî serî li ber van zextan netewînin û dê bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”   PAŞVEGAVAVÊTIN TUNE YE!    Piştre jî Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak axivî û ev tişt anî ziman: “Divê ev binçavkirin ji hêla siyasî ve bên nirxandin. Em weke binçavkirinên asayî lê nanihêrin. Hemû kesên li Tirkiyeyê têkoşîna hiqûqê û mafên mirovan didin rastî binçavkirinan tên. Ez dixwazim bibêjim ku em ê ji têkoşîna xwe ya mafên mirovan bi tu awayî paşvegavê neavêjin.”   ‘TU KES NIKARE XWE LI BER BIGIRE’   Di daxuyaniyê de her wiha parêzer Kemal Aytaç, li ser navê ÇHD’ê Guçlu Sevîm, namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî, nûçegihana JINNEWS’ê Marta Somek û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîr jî axivîn. Di axaftinan de hat gotin ku îktîdar bi van hewldanên xwe hewl dide aloziyê derxîne, pêşî il ber têkoşîna gel bigire, dengê heqîqetê qut bike û rejîma xwe bidomîne. Di axaftinan de banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.