Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin 2023-04-25 11:31:38 ENQERE - Wêjevanê îskoçyayî James Kelman diyar kir ku revandina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji komployê wêdetir karê “holdînga cîhanî” ye û ji bo muzakereyek rastî divê tecrîda ji ser Ocalan bê rakirin.    Di 7’ê nîsanê de li bajarê Hambûrgê yê Almanya konferansa “Em cîhana xwe paşve dixwazin” hat lidarxistin û li ser ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.    Nivîskarê îskoçyayî James Kelman ku beşdarî konferansê bû, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re li ser revandina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di sala 1999'an de ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka kurd, tecrîda li Îmraliyê û fikrên Ocalan nirxand.   Kelman anî ziman ku haya wî ji têkoşîna PKK û Abdullah Ocalan, 30 sal berê di destpêka salên 1990'î de heye û gelê Skoçyayê rastî çarenûseke bi heman rengî hat û wiha got: "PKK û gelê kurd bi mijarên xwerêveberiyê re eleqedar bûn. Tevgera serxwebûnê, herêmên di bin kontrola dewleta Brîtanî de bûn. Siyasetmedarên Skoçyayî neçar bûn ku peyman û hevkariyên navneteweyî yên di warê parastin û pîşesaziya neftê de bipejirînin. PKK û gelê kurd jî li Iraq û deverên din Skoçyayê weke modeleke neçar dîtin ku nîşanî wan da ku divê ew çi xeletiyan nekin. Fikra Herêma Xweser pir girîng e ku em li ber çavan bigirin.”    JI KOMPLOYÊ WÊDETIR E    Kelman diyar kir ku dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke "komplo" tê nirxandin û got: "Îro bi eşkereyî ez nafikirim ku Abdullah Ocalan ji aliyê Yewnan, Îtalya, Elman, Îngîlîz, Amerîka û Kenyayî ve hatiye desteserkirin. Ev ji komployê wêdetir e. Ocalan ji ber berjewendiyên şîrketî-bazirganî, ji ber berjewendiyên bankî û aborî yên cîhanî, ji ber berjewendiyên siyasî yên netew-dewletan û komên din, pêkhate û pêkhateyên din hat girtin. Ez jê re dibêjim 'holdînga cîhanî'. Ji xeternaktir û komplogertir, berjewendiyên gerdûnî ne. Ew qas tevlihev nîne. Bi lihevhatinan kar dike. Çend sazî û pîşesaziyên hevpar ên mezin ên mîna Tirkiyeyê, kardêrên milyarder, welatên ku pir nêzî kontrola dewleta netewe ya Tirkiyeyê ne. Holdinga cîhanî, Tirkiye kesayeteke sereke ye û tenê rola girtinê ye. Ji ber vê yekê divê em li rewşa Ocalan weke tiştekî derveyî komployê binêrin.”   JI REWŞA MANDELA GIRANTIR E    Kelman bi bîr xist ku rewşa Abdullah Ocalan dişibe rewşa Nelson Mandela û got: “Tecrîda li ser Ocalan ji ya Mandela gelekî girantir e. Dema Mandela di zindana Robben Islandê de bû, hevalên wî yên ji ANC (Encûmena Neteweyî ya Afrîkayê) li gel wî bûn û bi hev re dikarin biaxivin, bixebitin û li ser siyasetê nîqaş bikin.”   ‘DIVÊ MUZAKEREYEK RASTÎ BÊ KIRIN’    Kelman anî ziman ku ji bo azadiya Ocalan divê qedexeyên li ser PKK'ê bên rakirin û wiha axivî: “Divê dewlet û parêzer bi vî rengî tevbigerin û çareser bikin. Pirsgirêk bi axaftinên bi gelên Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriyeyê re û bi muzakereya rasteqîn a di navbera gelên Rojava û endamên PKK’ê de çareser dibe. Divê muzakereyek rast bê kirin. Ji bo muzakere pêk bên divê pêşî destûr bê dayîn ku Ocalan bi hevalên xwe û PKK’ê re hevdîtinê pêk bîne. Dema em li Ocalan dinêrin, bi rastî fikrên wî yên baş û îdeolojiyeke saxlem heye. Ji bo ku herin mal û warê xwe, bi sed û hezaran kurd bi nifşan şer kirine û şehîd bûne. Ti fikr û îdeolojiyê ewqas li ber xwe nedaye. Ne hewce ye ku meriv fikir û teorîyên feylesofan bixwîne da ku meriv têbigihîje ku gel di bin neheqî, zilm û înkara mirovahiyê de ye.”    MA / Stêrk Sutcu