‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin' 2023-04-25 09:29:12   STENBOL -  Parêzer Îshak Demîr diyar kir ku berdana girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de bi awayekî kêfî tên astengkirin û got ku girtî wekî rehîne tên girtin.    Li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F'yê berdana girtiyên ku înfaza xwe temam kirine ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve tê astengkirin. Li Girtîgeha Bolûyê ji Adara 2022'yan heya niha berdana 12 girtiyan bi hincetên wekî "zêde av xerc kiriye", "ji rêxistinê neqetiyaye", "poşman nebûye" û "tevlî çalakiyên manewî nebûye" gelek caran hatiye astengkirin. Herî dawî jî di Nîsanê de berdana girtî Osman Kapan cara duduyan hat astengkirin.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îshak Demîr ku vê yekê ji nêz ve dişopîne, bertek nîşanî van pêkanînan da.    ÎŞKENCE DIDOME   Demîr anî ziman ku piştî ku malbatên girtiyan serî li wan dane serdana girtiyan kirine û pêkanînên li girtîgehê kirine rapor û raporê jî bi raya giştî re parve kirine. Demîr destnîşan kir ku îşkence û muameleya xirab a li hemberî girtiyan didome û got ku girtî berê jî li hemberî van pkanînan ketine greva birçîbûnê, lê îdare dîsa di ya xwe de israr kiriye. Demîr ragihand ku li Bolûyê 170 girtiyên siyasî hene û got ku girtiyên siyasî an du du an jî sê sê di hucreyan de dimînin. Demîr bilêv kir ku bi vî awayî pêwendiya girtiyan a bi hev re tê qutkirin û di dema sewqkirina nexweşxaneyê de rastî îşkenceyê tên.   Demîr got: "Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de ji aliyê gardiyanan ve rastî muameleya xirab tên. Girtiyan ev tişt ji me re gotin û me jî ew kirin rapor. Me ji bo vê giliyê girtîgehê jî kir."    Demîr diyar kir ku zext, çewisandin, îşkence û şewitandina înfazê tenê ne li Bolûyê li girtîgehên din ên li Tirkiye û Kurdistanê jî hene. Demîr wiha domand: "Lê ev li Bolûyê di asta herî jor de ye. Niha halîz hazir, bi qasî ku em dizanin li Girtîgeha Bolûyê înfaza 14 kesan hatiye şewitandin. Erdal Tûncer jî yek ji van kesan e û înfaza wî 5 caran hatiye şewitandin. Erdal Tûncer niha wekî rehîne tê girtin. Hin girtî hene înfaza wan 3-4 caran hatiye şewitandin."    HINCET?   Demîr diyar kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê van biryaran dide û wiha domand: "Ji bo astengkirina berdana wan hincetên pir eletewş didin der. Di rapora dawî ya lijneya îdare û çavdêriyê de hincetên wekî av û ceryan zêde xerc kirine, ji pirtûkxaneyê pirtûk wernegirtine û perwerdehiya xwe nedomandine hatine berpêşkirin."    Demîr îşaret bi sedema astengkirina berdana girtiyan kir û got ku bi vî awayî "heyf" ji girtiyan tê stendin. Demîr destnîşan kir ku tiliya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Serokkomarê AKP'î Erdogan di van biryaran de heye û got: "Em çawa bi vê diznain? Sê meh berê me serî li Dadgeriya Înfazê da. Dadgeriyê biryara berdana girtiyan da. Lê piştî vê biryarê dozgeriyê serî li Dadgeha Cezayê Giran da. Dadgehê îtiraza dozgeriyê qebûl kir û nehişt girtî bên berdan. Muhtemelen ji jor ferman hatiye û biryareke wiha hat girtin."   Demîr bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û destnîşan kir ku girtiyên siyasî rastî cihêkariyê tên. Demîr bibîr xist ku ji doza Ergenekonê pênc leşker hatine berdan, lê girtiyên siyasî yên rewşa wan giran nayên berdan.