Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene! 2023-04-25 09:02:06 MELETÎ - Li Meletiyê ku mexdûrên erdhejê ji bêgavî di konan de ne, bi armanca "zîndekirina bazirganiyê" bi hezaran konteyner ji esnafan re hatin şandin.    Li Meletiyê ku bandoreke mezin ji erdhejên Mereşê girt, bi hezaran mirov ji bêgavî di konan de dimînin û paqijî jî di nav de gelek bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. Pisporên tendûristiyê li hemberî vê ji bo mexdûrên erdhejê îşaret bi konteyneran dikin. Lê tevî hemû hişyariyan jî ji bo mexdûrên erdhejê konteyner nayên şandin.    Lê belê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê bi aramnca "zîndekirina bazirganiyê" ji bo esnafên ku dikanên wan hilweşiyane, bi hezaran konteyner amade kirine û ev konteyner jî li navenda Meletiyê hatine danîn. Lê tê gotin ku dê ev konteyner bi pişkê li esnafan bên belavkirin. Ji aliyê din vê jî, ya ku bala mirov dikşîne ew e ku gelek mexdûrên erdhejê tevî şert û mercen nepaqîjî û şilî û baranê ji bêgavî di konan de dimînin û daxwazên wan ên ji bo konteyneran esas nayên girtin.    KONÊN WAN DI BIN AVÊ DE DIMÎNIN   Emîne Karadag a ku li Yeşîlyurt a Meletiyê dı kon de dımine diyar kir ku di erdhejê de mala wê hilweşiyaye û wiha got: “Me zorê xwe bi xelasê xist. Kesî alîkariya me nekir. Çend rojan em di erebeyekê de man, em di sar û seqemê de qefilîn. Kes nehat alîkariya me û li halê me nepirsî. Nêzîkî du meh in, em di konan de ne. Dema baran dibare konên me tijî av dibin. Carinan hewa pir sar e. Pêdiviya me bi konteyneran heye, ger konteyner bidana me dê baştir bûya."   Mexdûrê erdhejê Erdem Atalay ku xaniyê wî hilweşiyaye û di kon de ye, diyar kir ku di erdheja duyemîn de xaniyê wan hilweşiyaye û wiha got: “Ji ber ku xaniyê me hilweşiya em neçar man di kon de bimînin. Lê em di konan de ne rehet in. Ji baran û bayê bandor dibe. Kon dilopan dike. Ev du meh in em di kon de ne. Ji bo şert û mercên nem û paqijiyê kon ne baş in. Tenê tuwaletek heye, 15 kon heman tuwaletê bi kar tînin. Daxwaza me ew e ku di zûtirîn demê de konteyner bên dayin."   MA / Mahmût Altintaş