Keskîn: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike 2023-04-24 14:52:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bal kişand ser salvegera Qirkirina Ermenan û ev bang kir: “Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike.”   Komîsyona Li Dijî Nîjatperestî û Cihêkariyê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di salvegera Qirkirina Ermenan a 24’ê Nîsana 1915’an de li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku pankarta “Nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike” hate vekirin de namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Dersîm Dag, namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek kes tev li bûn.    Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn 2 milyon ermen dijiyan û bal kişand ku piştî qirkirina sala 1915’an dest pê kir û di encama polîtîkayên serdema Komarê de ermen ji jîngehên wan kirin der û têkildarî jiyana wan her tişt ji holê rabû. Keskîn, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Nifûsa ermenan ku tê texmînkirin nêzî 50 hezaran e, herî zêdê li Stenbol û 3 bajarên mezin belav bûye. Dewletê tenê ermen îmha nekirin. Şopên wan jî jê birin. Îro li cihên ku hejmara ermenan lê zêde ye hûn şopên wan nabînin.”   LÊBORÎNÊ BIXWAZE, TEZMÎN BIKE   Keskîn, herî dawî wiha got: “Em weke parazvanên mafên mirovan dibêjin ku berî her tiştî divê neyê jibîrkirin ku qirkirin binpêkirineke maf a bi destê dewletê hatiye kirine. Înkarkirin binpêkirina maf a herî bi bandor, herî mayînde ye. Înkarkirin li ber pêvajoya hatina edaletê asteng e. Ji ber vê yekê em bang dikin: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike.”   Şaxên ÎHD’ê yên Enqere û Edeneyê jî bi heman awayî li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    BAROYA AMEDÊ: BILA PÊVAJOYA DERXISTINA HEQÎQETÊ BÊ DESTPÊKIRIN   Baroya Amedê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Baroyê destnîşan kir ku ji bo hevrûbûn û helaliyê pêvajoya derxistina heqîqetê bê destpêkirin û wiha got: “Em qurbaniyên Medz Yeghern, Ferman Fileyan, Felaketa Mezin, bi bîr tînin êşa gelê ermen careke din parve dikin.”