Li Elkê bertek nîşanî pîrozbahiya 23’yê Nîsanê ya bi wesayîtên zirxî hate dayîn 2023-04-24 12:48:40   ŞIRNEX - Li navçeya Elkê leşker û polîsan bi wesayîtên zirxî û bi sîrenan 23’yê Nîsanê pîroz kirin û bûn sedema bertekan.    Li navçeya Elkê leşker û polîsan duh bi wesayîtên zirxî û bi sîrenan 23’yê Nîsanê pîroz kirin û bûn sedema bertekan. Wesayîtên zirxî yên bi tîpê kirpî yên leşerkan û wesayîtên bi tîpê ûral ên polîsan û wesayîtên bi tîpê ford ranger li kolanên vala yên bajêr tûr avêtin.    Ji gelek beşan ji bo pîrozbahiya ku dişibe dîmenên operasyonekê bertek hate nîşandan. Namzetê parlamenteriyê yê CHP’î Botan Cîzrelî bi gotinên “Zarokên Elkê di 23’yê Nîsanê de rastî dengên sîrenan û wesayîtên zirxî hatin…Ev nîşandana hêzê ye, çavtirsandine an jî Cejna Zarokan e ne diyar e…” bertek nîşan da.