Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îran dê sibê bicivin 2023-04-24 12:28:57   ENQERE - Wezîrê Parasatinê Hûlûsî Akar, aşkere kir ku tê payîn civîna 4’an a di navbera Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê de sibê li Moskovayê bê lidarxistin.    Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar da xuyakirin ku di 28’ê kanûnê de li Moskowayê di navbera Tirkiye, Rûsya û Sûriyeyê de civîneke ji 3 aliyan a li ser têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê hatiye lidarxistin û di vê civînê de lihevkirinek hatiye kirin. Akar, aşkere kir ku civîna di navbera Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê 25’ê nîsanê de bê kirin dê dîsa li Moskovayê bê li darxistin.