Bû sedema mirina karkerekî, lê qeyûm nahêle der barê wî de doz bê vekirin 2023-04-24 09:05:03 ÊLIH - Cîgirê qeyûmê Şaredariya Êlihê Metîn gurbuz bûbû sedema mirina karkerekî. Ji ber ku Waliyê Êlihê destûrê nade, 2 saş in der barê Gurbuz de lêpirsîn nayê kirin.    Li Êlihê di 12'ê Îlona 2021'ê de karker Nûrî Aydin di înşeata navenda kar de ku ji aliyê midûriyeta çandê ya rêveberiya qeyûm ve hatibû kirêkirin, jiyana xwe ji dest dabû. Aydin, ji ber kêmasiyên cîgirê qeyûm Metîn Gurbuz ve jiyana xwe ji dest dabû. Du sal derbas bûne, lê hê jî der barê Gurbuz de lêpirsîn nehtaiye destpêkirin. Ji ber ku Qeyûm-Walî nahêle, der barê Gurbuz de lêpirsîn nayê kirin. Saziya Tiba Edlî (ATK), cîgirê qeyûm Metîn Gurbuz qisûrdar dîtibû.    Gava Gurbuz, di Midûriyeta Karên Çand û Civakê ya Şaredariya Êlihê de dixebitî, ji bo di kar û barên çandê de bê bikaranîn navendeke kar kirê kiribû. Li vê navendê hosteyê înşeatê Nûrî Aydin dest bi kar kiribû. Di 7'ê Tîrmeha 2021'ê de di dema karê înşeatê de Aydin bi giranî birîndar bû. Aydin, di 12'ê Cotmeha 2021'ê de jiyana xwe ji dest da.    DOZGERÎ: TEVDÎR NEHATIYE GIRTIN   Serdozgeriya Komarê ya Êlihê têkildarî mirina Aydin lêpirsîn da destpêkirin û di rapora xwe ya der barê cihê bûyerê de diyar kir ku ji bo ewlehiya kar tu tevdîr nehatine girtin.    ATK: GURBUZ QISÛRDAR E   Piştî vê dozgeriyê ji Saziya Tiba Edlî xwest ku qisûrên bûyerê diyar bike. Saziya Tiba Edlî, di rapora xwe de diyar kir ku dikaribûn bi tevdîrên hêsan rê li ber vê qezayê bigirin. Di raporê de Gurbuz wekî qisûrdarê sereke hat nîşandan.    2 SAL DERBAS BÛNE LÊ...   Lê tevî rapora Saziya Tiba Edlî jî, Walîtiya Êlihê nahêle ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der barê Metîn Gurbuz de lêpirsînê bide destpêkirin.    METÎN GURBUZ   Metîn Gubuzê ku Walîtiya Êlihê nahêle der barê wî de lêpirsîn bê destpêkirin, hevjînê Adîle Gubuzê ye ku Cîgira Serokatiya AKP'ê ya Êlihê ya berê û namzeta parlementeriyê ya sala 2015'an ne. Gurbuz, bêyî ezmûn li midûriyeta nivîsgehê hat bicihkirin. Piştî ku Alî Osman Bîlgîliyê ku bi nelirêtiyên xwe bû rejove û tayinî Osmaniyeyê hat kirin, Metîn Gubuz, tayinî Midûriyeta Karên Çand û Civakê hat kirin. Paşê Gurbuz, bû cîgirê qeyûmê Êlihê. GUrbuz di ber vê peywira xwe re  berpirsê Mdiûriyeta ÇApemeniyê û Têkiliya Gel, Midûriyeta Agahiyan, Midûriyeta Çand û Civakê, Midûriyeta Sporê, Midûriyeta Makîne, Îkmal û Sleihandinê, Midûriyeta Zabiteyan, Midûriyeta Jinan û Malbatê û Midûriyeta Perwerdehiyê ye.    MA / Fethî Balaman