ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-24 09:00:17       * Parêzer Elîf Ekin Pekdemîr ku li navçeya Wêranşar rûdine bertek nîşanî ritina molozan a navçeya wan da û got: "Moloz li herêma 5 gundan tên rêtin, ev moloz hem ji bo tenduristiya mirovan hem jî ji bo xwezayê xetereyên mezin derdixîne."   * Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Bedîrhan Osal diyar kir ku gel di vê hilbijartinê de ji bo parastina sindoqên xwe hesasiyeteke cidî nîşan dide û got: "Em ê bi gelê xwe re serbikevin."   * Rojnameger Azîz Koylûoglû diyar kir ku suîqastên li Kurdistana Federe ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve tên kirin û got: "Kujerê van bûyeran jî endamên Hîzbullahê ne."   * Cîgirê qeyûmê Şaredariya Êlihê Metîn gurbuz bûbû sedema mirina karkerekî. Ji ber ku Waliyê Êlihê destûrê nade, 2 saş in der barê Gurbuz de lêpirsîn nayê kirin.    * Bedlisiyan diyar kir ku ew ê bi Partiya Çepên Kesk re 3 parlementeran bişînin meclisê û got: "Dengan bidizin jî, dê nikaribin tiştekî bikin."    * Ji Partiya Çepên Kesk parêzer Halîl Donmez diyar kir ku xebatên wan ên ji bo ewlehiya sindoqan didomin û got: "Dê dengeke gelê me jî berhewa neçe. Her kes dikare biçe ser sindoqan û bi dilekî rihet dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk."    * Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci bal kişand ser zext û êrişên li ser karker û kedkaran û ji ber van sedeman jî wê tercîhên karker û kedkaran tesîrê li ser hilbijartinê bike.    * Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Edeneyê Mehmet Karakiş ku 28 sal in xebatên xwe yên siyasî û çandî û hunerî dimeşîne û gotinên stranan dinivîse wiha got: “Li Împaratoriya Osmanî gelek lîstik hene. Ji bo xerakirina vê lîstikê divê em herî zêde bala xwe bidin ewlehiya sindoqan.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 763’yan de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê rojnamevan Ceylan Şahînlî de hatiye vekirin dê li 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * Ji ber salvegera Qirqirina Ermenan wê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn (12.00-17.00)   * Bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li qada Newrozê ya Silopiyayê mitînga jinan; bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li otogara bajêr a Colemêrgê mitîng bên lidarxistin. (13.00) ZINDΠ   * Partiya Çepên Kesk wê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê bidomîne. (13.00-21.00)