Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin 2023-04-23 15:53:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirkiyeyê bi çekên qedexe, 4 caran bi balafirên şer û 47 caran jî bi obus, hewan, tank û çekên giran bombe kir.   Li gorî nûçeya ANF'ê ku cih daye daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî hatine parvekirin:   "Li herêma Zapê;   22’ê Nîsanê saet 14.10’an artêşa tirk a dagirker bi çekên giran êrişî Qada Berxwedanê Girê Cûdî kir. Hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dane û di encamê de şer qewimî.   Êrişên ku artêşa tirk a dagirker bi çekên qedexe pêk anîn;   22’ê nîsanê çeperên me yên li Sîdayê bi çekên qedexe carekê hatin bombekirin.   Êrişên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;   22’ê nîsanê Girê Cûdî û Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û derdora gundê Sêgirê yê li Qada Berxwedanê Girê Amediyê bi balafirên şer 4 caran hatine bombekirin.   21 û 22’ê nîsanê Qadên Berxwedanê Girê FM û Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 47 caran bi obus, hewan, tank û çekên giran hatiye bombekirin."