Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e 2023-04-23 15:08:15   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku li Kadikoyê di Şahiay Biharê de axivî, got: "Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e, wekî din tu navnîşaneke me ya din tune ye."    Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê de li Parka Yogûrtçû ya Kadikoy a Stenbolê, Şahiya Biharê li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk û namzetên parlementeriyê yên Stenbolê yên Partiya Çepên Kesk beşdarî şahiyê bûn.    Şahî bi danasîna namzetên parlementeriyê yên Stenbolê dest pê kir. Ewilî namzeta parlementeriyê ya Herêma 1'emîn a Stenbolê û Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag axivî. Dagê destnîşan kir ku AKP'ê siberojeke nediyar daye ber ciwan û jinan û got: "Partiya Çepên Kesk dê Komara Demokratîk ava bike. AKP, dê biçe û jin dê komara demokratîk ava bike."    Paşê şahî bi stranên hunermendê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Merwan Tan dewam kir.    Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldanê ewilî malavayiya kesên tevlî şahiyê bûne kir, ji ber ku ew tenê nehiştine.    'EM JIN EM Ê VÊ DESTHILATÊ BIŞÎNIN'   Bûldanê di berdewama axaftina xwe de îşaret bi bêhiqûqîtî û binpêkirinên desthilata heyî kir û got: "Em ê ji bo siberojeke aram 14'ê Gulanê diyarî we bikin. Em ji bo guherandin û veguherandinê tên. Em Partiya Çepên Kesk, li dijî bêhiqûqîtî û neheqiyên wan û li dijî faşîzmê tên." Bûldanê anî ziman ku ên li Stenbolê dijîn kurd in, ermenî ne, suryanî ne û jin in û wiha domand: "Em jinên vî welatî em ê li dijî kedxwariyê û ji bo wekheviyê û siberoja xwe em ê vî welatîb iguherînin. Em jin, em ê vê desthilatê bişînin."    Bûldanê diyar kir ku ew ê rengê Partiya Çepên Kesk li her derî belav bikin û wiha domand: "Ez ê sibê biçim Colemêrgê. Em ê sibê mîtînga xwe ya ewil li dar bixin. Em ê li Colemêrgê bikin 3-0. Stenbol, ji bo me girîng e. Em ê rayên xwe sê qatan zêde bikin. Em bi ferqeke mezin biçin Meclisê. Armanca me zêdetirî 100 parlementer in. Ger em vê hejmarê bişînin, dê li meclisê tu qanûn bêyî dengên me neyên qebûlkirin."    'TEKANE NAVNÎŞAN PARTIYA ÇEPÊN KESK E'   Bûldanê di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotion: "Hin kes hene, serê mirovan tevlihev dikin. Em wekî tifaqê daxilî nava hilbijartinê dibin. Cihê Tifaqa Ked û Azadiyê li ser serê me heye. Her dengê ku hûn ji xeynî Partiya Çepên Kesk bidin partiyeke din, dê bi kêrî AKP'ê bê. Dengên ku ji xeynî partiyên tifaqê biçin ji partiyên din re, dê li ber tifaqa me neyên nivîsîn. Guh nedin kesên ku dibêjin 'tu ferqa me û partiyên din tune ye.' Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e, wekî din tu navnîşaneke me ya din tune ye."