Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist 2023-04-23 10:04:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve salek li pey xwe hiştin. Tevî bikaranîna çekên kîmyewî encama dihat xwestin jî nehat bidestxistin.    Êrîşên dewleta Tirk ên di 23’ê Nîsana 2021’an de dest pê kirin û di 17’ê Nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê hatin berfirehkirin hê jî dewam dikin. Bîlançoya êrişên ku bi şirîkatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berdewam dikin roj bi roj girantir dibe. Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (HSM) ya der barê sala dawî de hat ragihandin ku di navbera 14'ê Nîsana 2022 û 14'ê Nîsana 2023'an de 259 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane. Daxuyaniya di ANF'ê de hatiye belavkirin, hat ragihandin ku di vê pêvajoyê de li Zap, Avaşîn û Metîna ji hin herêman leşker û cerdevan vekişiyane, 2 hezar û 833 leşker û cerdevanan jiyana xwe ji dest dane û 387 jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku herêm bi deh hezaran caran bi tank, obus, hawan û çekên giran hatiye bombekirin û 4 hezar û 233 caran bi balafirên şer û 5 hezar û 628 caran jî bi helîkopteran hatiye bombekirin. Dîsa hat diyarkirin ku 3 hezar û 730 êrişên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine kirin   ÊRIŞÊN KÎMYEWΠ   Bikaranîna çekên kîmyayî ku li cîhanê wek tawaneke dijî mirovatiyê tê dîtin, di nava vî salekî şer de yek ji mijarên herî zêde hat nîqaşkirin. Di êrişên bi çekên kîmyewî de herî kêm 44 HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku HPG'ê dîmenên 2 endamên HPG'ê yên di 18'ê Cotmeha 2022'an de ji ber bandora kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn parve kir, bikaranîna çekên kîmyewî ket rojeva tevahiya cîhanê. Dema ku saziyên serbixwe yên navneteweyî banga lêkolînê kirin, pisporên ku dixwestin li herêmê lêkolînan bikin ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkirin. PDK'ê ku meşa li dijî êrişan a bi pêşengiya ciwanan asteng kir, di 14'ê Hezîrana 2021'an de jî nehişt ku Nûnertiya Aştiyê ya Navneteweyî li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê daxuyaniyekê bide.   Biyolog Jan Van Aken û Josef Savari yên endamên Doktorên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî, meha îlonê ji bo lêkolîna çekên kîmyayî serdana Herêma Kurdistanê kiribûn. Biyolog Jan Aken di daxuyaniya xwe ya piştî serdanê de diyar kir ku ji aliyê qeymeqamê Amediyê ve li Hirur û Kanî Masî lêkolîn hatine astengkirin û destûr nehatiye dayîn ku lêkolînê bikin.   Dîsa wêneyê bombeya ku li Werxelê hatiye bikaranîn û li ser "Bombeya Destê Gazê" hatiye nivîsandin hat weşandin. Bombeya navborî di çarçoveya Peymana Qedexekirina Pêşxistin, Hilberandin, Berhevkirin û Bikaranîn û Jinavbirina Çekên Kîmyayî de ku di 13'ê Çileya 1993'an de li Parîsê ji bo îmzeyê hat vekirin û di sala 1997'an de ket meriyetê, qedexe ye.   MASKEYÊN GAZÊ HATIN DESTESERKIRIN    Yek ji bûyerên ku herî zêde bi bertekê re rûbirû ma û deng veda jî, maskeyên gazê yên ji HPG'ê re li dijî gaz û bombeyên kîmyewî şandibûn, ji aliyê Antî-Terorên Kurdistanê yên PDK'ê ve hatin desteserkirin. Dijî Terorê ya Kurdistanê ragihand, di dawiya Adara îsal de li Duhokê dest danîne ser 1200 maskeyên gazê û bi îdiaya ku "plana metirsîdar a PKKê hatiye têkbirin."    BOMBEYAN BI KUÇIKAN VE DANÎN   Li herêmê ji bilî bikaranîna çekên kîmyewî, cerdevanên weke "Tîma Xencerê" ku di salên 1990'î de bi gelek sûcan derketibûn pêş, li herêma şer hatin bicihkirin. Dîsa di dema êrişên ku didomin de derketibû pêş ku Tirkiye gelek hêzên paramîlîter ji Sûriyê veguhezand Herêma Kurdistanê û di êrişan de bikar aniye.    Di êrişan de heywan jî hatin bikaranîn û kirin mertal. ANF'ê dîmenên kûçikê bi teqemenî û kamerayan barkirî ku di 31'ê tîrmeha 2022'yan de di nava tunelan de tê ajotin weşand.   BAREGEHÊN NÛ    Di van êrişan de Tirkiyê bi razîbûn û erêkirina malbata Barzanî û hêzên taybet ên ser bi PDKê ve avakirina baregehên nû yên leşkerî li Herêma Kurdistanê berdewam kir. Li gorî endamê Komîsyona Asayîş û Asayîşa Giştî ya Parlamentoya Iraqê Bedir El-Ziyadî, Tirkiyê li Herêma Kurdistanê 70 baregehên leşkerî ava kirine û 30 hezar leşker li wir bicih kirine.   SIVÎL TÊN QETILKIRIN    Di êrişên ku berdewam dikin de gelek sivîl bûne hedef. Li gundê Perex ê ser bi bajarê Zaxoyê di encama bombebarana balafirên şer de 9 geştiyarên Ereb hatin kuştin. Êriş ne tenê li gundan bûn; Li dijî siyasetmedarên kurd gelek sûîqest hatin kirin. Di 16’ê îlona 2021’an de li bajarê Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu di encama êrişeke çekdarî de birîndar bû. Di 17’ê îlona 2021’an de endamê Komîteya PKK’ê Yasîn Bulut (Şukri Serhed) li Silêmaniyê hat qetilkirin. Di 18’ê gulana 2022’yan de Zekî Çelebî li dikana xwe di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Di 28’ê tebaxê de endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî û nivîskar Suheyl Xurşîd Ezîz (Mamoste Şemal) li Kifrî li ber deriyê mala xwe di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Herî dawî siyasetmedar Huseyîn Tûrelî di 18'ê nîsanê de li dikana xwe ya li navenda bazirganiya herî qelebalix a Dihokê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin.    BERTEKÊN NAVNETEWEYΠ   Di dema qirkirina siyasî û êrişên kîmyewî de gelek sazî û rêxistinên navneteweyî yên wekî Grûbên Aştîxwaz ên Xiristiyan (CPT), Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê, Parlamentoya Katalonyayê bang li Tirkiyeyê kirin ku êrişên xwe rawestîne. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubat Talabanî bang li rêveberiya PDK'ê kir ku di êrişan de cih negire. Ji bilî Tirkiye û Kurdistanê, li seranserê Ewropayê bi taybetî li Swîsre, Elmanya, Fransa, Awûstûrya, Yewnanîstan û Swêdê û li bajarên Rojava yên weke Qamişlo û Hesekê gelek çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.   YÊN KU LÊKOLÎNÊ XWESTIN HATIN DARIZANDIN    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk Şebnem Korur Fincanci di 26'ê cotmeha 2022'yan de ji ber ku xwestibû têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî lêpirsîn bê destpêkirin, hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Fîncanci ku bi qasî 3 mehan di girtîgehê de ma, di 11'ê Çileya 2023'yan de hat berdan. Li aliyê din Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê parêzerAryen Turan ji ber axaftina xwe ya li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya di kongreya Baroya Îzmîrê ya di 22’yê cotmeha 2022’yan de hatibû lidarxistin kiribû, hedef hat nîşandan piştre hat binçavkirin û paşê hat berdan. Doza ku derbarê Turan de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" dewam dike.   KCK'ê ragihand ku piştî erdhejên 6'ê Sibatê yên li Mereşê biryara "bêçalakîtiyê" girt û piştre jî ev biryar heta hilbijartinên 14'ê Gulanê dirêj kir. Lê belê tevî biryara "bêçalaktiyê" jî êrişên li dijî başûrê Kurdistanê dewam dikin.