Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin 2023-04-23 09:05:39   RIHA - Rihayiyên bi vê hilbijartinê re êdî guhertinê dixwazin wiha gotin: “Elbet em ê ji bo edaletê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”   Partiya Çepên Kesk li navend, navçe û gundên Rihayê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne.    Partiya Çepên Kesk ku hema hema li hemû navçeyan buroyên hilbijartinê yên jinan û yên têkel vekirin, ji bo çareseriya pirsgirêkên rihayiyên ku bi salan e bi krîza aboriyê re têdikoşin û ji ber erdheja 6’ê sibatê û lehiya ku piştî wê rû da careke din mexdûr bûn, gelekî bi îdîa ye.   Ji hilbijartinên giştî û Serokkomariyê re kêm dem maye. Me ji rihayiyan pirsî ku wê dengê xwe bidin kîjan partiyê û çima bidinê.    ‘MOHRA XWE LI DARÊ BIDIN’    Îbrahîm Halîl Gul (26) diyar kir ku wê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û ev bang li rihayiyan kir: “Li wir dara me heye. Mohra xwe li darê bidin.”   Mûrat Debeş (41) ê pêkanînên desthilata AKP’ê û MHP’ê weke “zulmê” penase kir jî wiha axivî: “Girtîbûna Selahattîn Demîrtaş û evqas bêedaletî li ber çavan in. Em ê elbet ji bo edaletê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ev erdhej e komkujiyek bû. Ev qas mirov ji ber îhmalê mirin. Vê herkes dizane. Ji bo li dijî zilmê edaletê, ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk.”   Debeş ê destnîşan kir ku yek ji mexdûrên herî mezin ên bêedaletiya li Rihayê malbata Şenyaşar e, bal kişand ser Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û got: “Em ji bo wan edaletê dixwazin. Hêvîdarim em ê bi ser bikevin û edaletê bi dest bixin. Riha wê 6 wekîlan derxe. Hewl didim ji malbata xwe re, ji derdora xwe, ji her kesî re qala vê bikim.”   GUHERTINÊ DIXWAZIN    Bekir Erdemlî (28) jî diyar kir ku ew ji hilbijartinan bi hêvî ne û wiha got: “Ez difikirim ku ew sal îsal e. Em dixwazin ji feraseta heyî ya edaletê bigire her tişt biguhere. Beriya her tiştî ji bo vî welatî edalet û demokrasî esas e.”   Ahmet Taner (42) jî bi gotina “Em kurd in, em ê wekî din dengê xwe bidin kê?” diyar kir ku wê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.   Evîn Daghan a mexdûra erdhejê ye jî bal kişand ser krîzên li welat. Daghan, diyar kir ku ji mexdûrên erdhejê re alîkariyek nehate kirin, wiha got: “Ez jî weke mexdûreke erdhejê li benda alîkariyê bûm lê qet nehat. Dema pirsgirêka aboriyê jî em li ber çavan digirin divê teqez desthilat were guhertin. Ez ji vê hilbijartinê bi hêvî me. Em ji ciwanan bi hêvî ne.”