Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin 2023-04-23 09:02:31   ŞIRNEX - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ê bi salan di qada ziman, mafê mirovan û perwerdehiyê de têkoşiya wiha got: "Em ê 14’ê Gulanê bikin roja hesabpirsînê. Em ê 15’ê Gulanê hem Cejna Zimanê Kurdî û hem jî serkeftina 14'ê gulanê bi hev re pîroz bikin."   Ji bo hilbijartinên giştî yên ku di 14'ê Gulanê de bên li dar xistin re tenê çend roj mane. Xebatên partiyên siyasî yên li qadan bênavber dewam dikin. Partiya Çepên Kesk ku yek ji partiyên ku xebatên xwe bi xurt dimeşîne, dixwaze ku xwe bigihîne her mal, kolan, tax û bajarekî. Li gel diyarkirina namzetan partiyê lez dan xebatên xwe û li her bajêran hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne. Yek ji herêmên ku xebatên wê bênavber didome û gel eleqeyeke mezin nîşanî namzetên wê dide jî Şirnex e. Yek ji namzetên Şirnexê jî Mehmet Zekî Îrmez e. Mehmet Zekî Îrmez di sala 1980’î de li Şirnexê ji dayik bûye. Îrmez, ji Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê mezûn bûye û bi salan li Şirnexê mamostetî kiriye. Îrmez, di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hate îxrackirin. Îrmez, di dema mamostetiya xwe de di bin sîwana Egîtîm-Senê de kedeke mezin da. Îrmez, piştî ku hat îxrackirin jî tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û di qadên wekî ÎHD, Kurdi-Der de cihê xwe girt û têkoşîna xwe berdewam kir. Îrmez ji bo têkoşîna xwe ya mafdar bidomîne di sala 2017'an de bû Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê. Wî heta sala 2020'an ev peywîr domand. Îrmez, herî dawî Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê dikir.    JI QADA KEDÊ BER BI QADA SIYASETÊ VE   Îrmez, ku li her qadê li dijî neheqî û binpêkirina kedê têkoşiyaye wiha qal kir: "Ez di sala 1980'î de li Şirnexê hatime dinê, ez ji vir im, zarokê vî bajarî me. Ez heta vî temenê xwe li Şirnexê bûm. Min bi salan mamostetî kir. Di sala 2016'an de weke gelek hevalên xwe ez jî bi KHK'yê ji kar hatim avêtin. Ev pêkanînek derqanûnî bû, tu hincetên wan tunebûn ku me ji kar derxînin, lê me sedema vê yekê dizanibû. Dema ku me ev têkoşîn dikir, me edalet, azadî û demokrasî ne tenê ji bo xwe, ji hemû gelê me re dixwest. Her tim li dijî van neheqiyan têkoşîneke mafdar hebû. Piştî ku ez hatim îxrackirin min di qada siyasî de cihê xwe girt. Ji wê rojê heta niha di qada siyasî de me. Ji bo me ne surprîz bû ku em ji kar hatin avêtin. Piştî qedexeya derketina derve dema em vegeriyan Şirnexê, gelek hevalên me hatin girtin û gelek ji wan jî ji ber ku der heqê wan de biryara girtinê hebû ji welat derketin. Bêguman, min hewl da ku di tevahiya pêvajoyê de tiştê ku ez dikarim bikim."   'HETA KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE TU PIRSGIRÊK ÇARESER NABIN'   Mehmet Zekî Îrmez, diyar kir ku her pirsgirêkek li bajêr rasterast bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û wiha berdewam kir: "Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, ev pirsgirêkên heyî çareser nabin. Dewlet ji bo tunekirina kurdan her derfetên xwe bi kar tîne. Lê ji bo berjewendiya vî gelî û ji bo çareserkirina pirsgirêkan tiştekî nakin. Ji ber vê yekê jî heta pirsgirêka kurd çareser nebe pirsgirêkên din çareser nabin û her ku pirsgirêka kurd berdewam bike dê pirsgirêkên li welêt kûrtir bibin. Hiqûqa ku li Şirnexê tê sepandin li cihekî din nîne, dema em diçin bajarekî din tiştekî wiha nabînin, tişta ku li vir tê kirin û jê re hiqûq tê gotin bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Xwezaya Şirnexê ev 3 sal in tê talankirin û ava wê tê qirêjkirin û di vê wêrankirina xwezayê de ranteke cidî heye. Talankirina xwezayê gel neçarî koçberiyê dike û debara gelê herêmê tune dikin. Krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Li vir kar tune ye, kargehek jî tune ku ciwan biçin tê de bixebitin. Em ê li dijî vê pirsgirêka bêkariyê, wêrankirina xwezayê û pêkanînên dijhiqûqî yên li herêmê tên kirin, di parlementoyê de gotina xwe bêjin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan têbikoşin. Em ê pirsgirêkên li Şirnexê yek bi yek bikin rapor û di parlemonteyê de teşhîr bikin."    'EM Ê CEJNÊ BI GELÊ XWE RE PÎROZ BIKIN'   Îrmez, diyar kir ku divê gel ji bo ewlekarî û tedbîrên sindoqan piştgiriya pêwîst bide wan û wiha got: "Me gelek hilbijartin li pey xwe hiştin. Di her hilbijartinê de sextekarî derketin holê. Em bûn şahidê van pêvajoyan. Me ev sextekarî di salên 2018-2019'an de kirin rapor û pêşkeşî wan kirin. Ev îspata sextekariyê bû. Li hemberî vê yekê gelek nerazîbûn çêbûn. Lê ev raporên me hatin red kirin. Bi rastî ev hilbijartin hinekî cudaye û girîng e. AKP-MHP 20 sal in desthilat e. Ji bo gelê me tiştek nekiriye, armanca me ew e ku em vê desthilata AKP'ê û MHP'ê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bişînin, bi taybetî li Botanê, di nava ciwanan de coş û kelecaneke mezin heye, li benda 14'ê Gulanê ne ku dengên xwe bidin. Ciwan ji bo parastina sindoqên xwe tên avahiyên me û serlêdan dikin. Ev yek hêzê dide me, pirsên wan hene ku ji bo roja hilbijartinê çi bikin, em ji wan daxwaza ewlehiya sindoqan dikin. Em hişyariyên xwe dikin, divê herkes heta jimartina dengan xelas dibe li baxçeyên dibistanan bin û ji bo parastina sindoqan bisekine. Me perwerde daye gelek hevalên xwe yên peywirdar jî, lê ev têra nake. Ji ber ku li vir gelek lîstik hatin lîstin. Lê gumana me tune ku gelê me dê van lîstikan têk bibe û li hemberî van hîleyan raweste.    Hevalên baroyê ji bo ewlehiya sindoqan xebatên xwe didomînin. Ji ber ku ev hilbijartin ji bo her kesî hilbijartineke girîng e. Di vê hilbijartinê de jî wê hewldanên provokasyonê çêbibin. Ji ber ku ev desthilat li ser aloziyê ava bûye.Banga min ji gelê me re ew e ku; wê rojê çi dibe bila bibe, divê sindoqan biparêzin. Em ê 14’ê Gulanê bikin roja hesabpirsînê. Em ê 15’ê Gulanê hem Cejna Zimanê Kurdî û hem jî serkeftina 14'ê gulanê bi hevre pîroz bikin."   MA / Zeynep Dûrgût