Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek 2023-04-22 21:46:41   STENBOL - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di vekirina buroya Esenyûrtê ya veguherî mitîngê de axivî wiha got: “Ev girse desthilatê ditirsîne.”      Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê li navçeya Esenyûrtê buroya hilbijartinê vekir. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û namzetên parlamenteriyê yên bajêr tev li vekirina buroyê bûn. Buroya hate vekirin bi al û flamayên partiyê hate xemilandin. Di vekirina ku bi hezaran kes tev li bû de girse bi stranên kurdî govend gerand û dirûşme berz kirin. Girseyê bi alên Partiya Çepên Kesk qad xemiland.    Beriya vekirina buroyê danasîna namzetên parlamenteriyê hate kirin. Dû re girseyê bi yek dengî strana “Lê Amedê” got û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” berz kirin.     ‘EM BIÇIN SER SINDOQAN BIBIN BERSIV’   Di vekirina buroyê de ewilî Encu axivî. Encu bal kişand ser qelebalixê û wiha bang li desthilatê kir: “Werin Esenyûrt çawa ji we re dibe bersiv. Xwe nexapînin hûn nikarin pêşiya meşa azadiyê bigirin.” Encu di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em niha ber bi hilbijartineke girîng ve diçin. Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel li benda me ne. Em di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û di kesayeta hevalên xwe yên girtî de ji AKP’ê û MHP’ê re bibin bersiv. Desthilata AKP’ê li dijî gelê kurd siyaseta mirin û şer meşand, di kesayeta Abdûllah Ocalan de tecrîd pêk anî. We biryara xwe daye. Me armanca xwe ya li Stenbolê diyar kir. Em ê 20 parlamenteran derxînin û ji Meclisê re 100 wekîlan bişînin. Em ê li ser sindoqan ji kesên me nas nakin re bibin bersiv. Bawer bikin di 14’ê Gulanê de em ê bersiveke mezin bidin.”   ‘EM DENGAN DI PARTIYA ÇEPÊN KESK DE BIKIN YEK’     Namzetê parlamenteriyê Kerem Firtina yê got “Partiya Çepên Kesk rûyê ronahî yê welat e, destnîşan kir ku ji bo avakirina Komara Demokratîk û daxwazên gel bi qanûnan ewle bikin divê di asta herî jor de parlamenteran bişînin Meclisê. Firtina destnîşan kir ku divê welatiyên dûrî Partiya Çepên Kesk in bên qaneh kirin û wiha berdewam kir: “Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek. Ez soz didim ku ez ê di vê rêya ku bi Partiya Çepên Kesk ketimê de baweriya we neşikînim.”   ‘DEMA HESAB PIRSÎNÊ YE’     Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî diyar kir ku girseya ku vekirina buroyê veguherand mitîngê desthilatê ditirsîne û wiha got: “Em ê bi dengê we Esenyûrtê bikin rêya demokrasiyê. Deng wê tenê partiyê diyar nekin. Wê piştî 100 salên ku tune hatin hesibandin sedsaleke ku jin, elewî û ciwan dê çawa lê bijîn were diyarkirin. Li dijî rejîma yek zilamî hêza herî mezin hûn in. Ev hilbijartin bi xwe jî dema hesabpirsîna ji tundiya ji aliyê yek zilamî ve hatiye afirandin e.”   DESTNÎŞANKIRINA TECRÎDÊ     Ûçar gotinên Erdogan ên “Em ê sedsala nû bi kurdan re ava bikin” ku li Amedê gotin bi bîr xistin û wiha berdewam kir: “Bi vê hikûmetê re sedsaleke nû ya ku kurd, jin û Dayikên Şemiyê yên tevî biryara AYM'ê qada wan hatiye xespkirin ava bikin nîne.  Em ê bi kurd, jin û ciwanan re sedsaleke nû ava bikin.”   Ûçar di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Berdevkên yek zilamî dibêjin ‘dewlet dewleta hiqûqê ye’. Em vê desthilatê ji tecrîda ku bi binpêkirina qanûn xwe li Birêz Ocalan ferz dikin dizanin. Hiqûqa we nîne zilma we heye. Ji ber vê yekê hûn neçarin di 14’ê Gulanê de herin. Li Kurdistanê gelê me pir bi coş e dibêjin ‘em ê desthilatê bişînin’.” Li ser bibîrxistina Ûçar a tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girseyê bi coşeke mezin dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir.    ‘YÊN KU SERBIKEVIN EM IN’     Ûçar, anî ziman ku pergala ku desthilatê ji gelên Tirkiyeyê re rewa dibîne qebûl nakin û wiha pê de çû: “Îro li vir berxwedana jinan heye. Em jinên tevî hemû zhemetiyan jî têdikoşin silav dikin. Dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ya Kurdistanî niha li cîhanê olan dide. Ev serkeftina me ye.Em li dijî kesên me tune dihesibînin û înkar dikin tên ku bibin avaker. Em bi hêvî ne, bi hev re ne, dîsa em, dîsa azadî û dîsa serkeftin. Tu astengiyên me nînin yên ku serbikevin dîsa em in.”   LI SER WESAYÎTÊ QURDELE HATE BIRÎN   Ji ber qelebalixa zêde ne li ber buroyê li ser wesayîtê qurdele hate birîn û buro hate vekirin.     Vekirina buroyê bi gerandina govendê, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.