Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan 2023-04-22 20:56:11   WAN - Rojnamevan Gulşen Koçûk di çarçoveya du lêpirsînên derbarê wê de tên birêvebirin hate binçavkirin. Koçûk, piştî îfadeya xwe ya dozgeriyê hate berdan.    Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk li Wanê di çarçoveya du lêpirsînên derbarê wê de tên birêvebirin hat binçavkirin. Gulşen 5 saet şûnde bi SEGBÎS’ê ji aliyê dozgeriyên Amed û Edîrneyê ve îfadeya wê hat wergirtin.   Ji Koçûkê der barê dosya 16 rojnamegerên di 8’ê Hezîrana 2022’yan de li Amedê hatin binçavkirin û girtin pirs hatin pirsîn. Her wiha jê pirsên di bernameyan de çi dihat weşandin, nûçeyên hatine çêkirin û nûçeya der barê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hat pirsîn. Her wiha nûçe û fealiyetên rojnamegeriyê hatin pirsîn.   Her wiha giliya akademîsyen Bekîr Yuksel Hoş a der barê Koçûkê de hat pirsîn û Koçûkê da zanîn ku ‘ji ber naveroka parvekirina vî kesî tundî dihewand min jî tweet avêt’.   Parêzerê Koçûkê, Cîhat Durmaz jî diyar kir ku parvekirin û nûçeyên muvekîla wê di çarçoveya rojnamegeriyê de ye. Koçûk piştî wergirtina îfadeyê hate berdan.    Koçûk a li ber Edliyê axivî, diyar kir ku tiştên pê tê sûcdakririn di çarçoveya rojnamegeriyê de ne û got ew ê her tim heqîqetê derxin holê.