Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne 2023-04-22 14:44:50 MEREŞ  -  Şaredarê Bazarcixê yê AKP’î Îbrahîm Yilmazcan çû serdana konbajarê li navçeyê ku ji ber bagerê xisareke mezin gihiştibûyê. Mexdûrên erdhejê jî bi gotina “Hûn li ku bûn?” bertek nîşan dan û Yilmazcan jî wiha bersiv da: “Wê demê di bin kon de nemîne.”  Duh li navçeya Bazarcix a Mereşê bager û bablîsok rabûn û ziyaneke mezin gihandin kon û konteyirên mexdûrên erdhejê. Ji ber ziyana heyî, gelek konteynir nema dikarin bên bikaranîn û welatiyekî jî jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê Şaredarê Bazarcixê yê AKP’î Îbrahîm Yilmazcan çû serdana konbajaran. Lê mexdûrên erdhejê bertek nîşanî Yilmazcan dan û pirsa “Hûn li ku bûn?” jê kirin.    ŞAREDAR: HEKE EZ NEBIN TU NIKARÎ DI KON DE BIMÎNΠ   Li ser bertekên mexdûrên erdhejê, Yilmazcan ev bersiv da: “Ez li vê derê me. Konên AFAD’ê li vê derê ne. Ma heke ji min nebe hûn dikarin di bin konan de bimînin? Tu di bin konê min daye anîn de dimînî. Wê demê de bi bin kon de nemîne... Ez hatime hilbijartin û min 18 hezar deng wergirtin.”    Welatiyekê din jî bi van gotinan bertek nîşan da: “Ev kon ji hêla dewletê ve hatine vedan. Ma te vedane? Tu tenê rojekê nehatî vê derê û te rewşa gel nepirsî.”