Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn 2023-04-22 14:17:34   AMED/ÊLIH -  Xizmên Windakiyan û şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê di çalakiya vê hefteyê de, di şexsê helbestvan Tanîle Varujan de aqûbeta hemû qurbaniyên Qirkirina Ermenan pirsîn.    Şaxa Komîsyona Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Xizmên Windakiriyan çalakiya “Bila Windakirî bên dîtin, kujerên wan bên darizandin” di hefteya 741’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser bûn hate vekirin û aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan hat pirsîn ku di sala 1915’an de hatibû windakirin.    WINDAKIRIYÊN QIRKIRINÊ    Di çalakiya vê hefteyê di şexsê helbestvan Tanîel Varûjan de çîroka rewşenbîrên ermen ên di Komujiya Ermenan a 24’ê Nîsana 1915’an de hatin windakirin hate vegotin. Endamê Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Denîz got “Me ji bîr nekir, dê ji bîr nekin” û serpêhatiya wan xwend.    ‘250 REWŞENBÎRÊN ERMEN JI MALÊN XWE HATIN GIRTIN’   Akdenîz, wiha got: “Bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê hikûmeta Îttîhat û Terakkiyê Talat Paşa, di 24’ê nîsana 1915’an de operasyon hate destpêkirin. Li Stenbolê 250 rewşenbîrên ermen bi gotina “dê di nava saetekê de li mala xwe vegerin” li malên xwe hatin binçavkirin. Ji kêliya hatin binçavkirinê heta dawiyê ji aqûbeta van kesan hikûmet berpirsyar bû. Ev kes, di nava civaka ermenan de kesên herî naskirî û pêşengên wan bûn. Di nav de parlamenter, nivîskar, helbestvan, parêzer, bijîşk, rojnameger, muzîkolog, weşanger û siyasetmedar hebûn. Di civaka Osmaniyan de kesên herî aqilmend bûn.”    ‘DÎROKA WINDAKIRINA WAN’   Bi domdarî Akdenîz da zanîn ku kesên binçavkirî ji ewil birin qereqolan û wiha pê de çû: “Piştre jî birin Girtîgeha Navendî. Di 25’ê nîsana 1915’an de bêyî agahiyekê bidin wan, li Haydarpaşayê li trêneke taybet hatin siwarkirin û ber bi Enqereyê ve ketin rê. Koma ji 158 kesan pêk dihat li Çankiriyê, koma ji 92 kesan pêk dihat jî birin Ayaşê. Ji van mirovan 174 kes jê dema di bin çavdêriya cendirme û polîsan de, li daristanê bi hovane hatin qetilkirin. Cenazeyên wan li erdê hatin hiştin. Heta kêleke wan jî nîne. Di qeydên fermî de tê gotin ku yan firar kirine yan jî hatine berdan. Windakirina rewşenbîrên ermen, li ser vê xakê bû destpêka windakirinên komî.”    ‘JI YÊN MAYÎ RE GOTIN EM DIÇIN MIRINÊ’   Akdenîz, axaftina xwe wiha domand: “Yek ji kesên di 24’ê nîsanê de hatibû binçavkirin jî helbestvan Tanîel Varujan bû. Varujan, di 20’ê nîsana 1884’an de li gundê Pirkinîk ê Sêwasê ji dayik bû. piştŞî dibistana seretayî hate Stenbolê. Xwendekarekî jîr bû û ji bo perwerdeyê şandin Venedîkê. Di sala 1905’an de li Venedîkê mezûn bû û ji bo zanîngehê çû Belçîkayê. Li Zanîngeha Genk’ê di beşên wêje, civaknasî û aboriyê de perwerde dît. Li Belçîkayê sosyalîzm nas kir û bû parêzvanê wê. Di sala 1909’an de mezûn bû û hate Stenbolê. Di demekî kin de li derdora wêjevanan hat naskirin. Di 31 saliya xwe de bavê sê zarokan bû. Di 24’ê nîsana 1915’an de li Apartmana Karavela ya li Kolana Pangalti Nalbantê hate binçavkirin. Ew jî di nava koma di 25’ê nîsana 1915’an de sewqî Çankiriyê hatin kirin de hebû. Bi hinceta ku dê bibin cem rewşenbîrên ermen ên girtî, di 26’ê tebaxa 1915’an de li gel 4 hevalên xwe yên din, di bin çavdêriya cendirme û polîsan de ber bi Çankiriyê ve ketin rê. Ji tecrûbeyên xwe yên berê dizanî ku ev rêwîtî, rêwîtiya mirinê ye. Lewma yên çûyîn ji yên mayîn re gotin; ‘Ji yên mayîn re bibêjin em diçinb mirinê, bila li êtîmên me baş binêrin.’ Konvoy, nêzî gundê Tuney ê girêdayî Kalecîk a Enqereyê bû û komeke çeteyên bi organîze êrişî wan kir. Lê cendirme û polîsan tenê temaşe kirin. Tanîel Varujan û 4 hevalên xwe bi hovane hatin qetilkirin, cil û bergên wan û pereyên wan hatin dizîn. Her wiha lênûska Varujan a xebatên nû jî pê re bû. Li gel wî, helbestên wî jî tune bûn.”    Di daxuyaniyê de di şexsê Varujan de ji bo hemû kesên hatin windakirin û bûne qurbaniyên cînayetên kiryarnediyar, çalakiya rûniştinê ya bi deqeyan hate lidarxistin.    ÊLIH   Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 577’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin hav hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îzzet Seven hate pirsîn ku di nîsana sala 1998’an de li Êlihê hatibû windakirin.    Serpêhatiya Seven, ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner ve hate xwendin. Tanguner, wiha got: “Hevjîna Îzzet Seven, Emîn Seven got; ‘Hevjînê min li Midûriyeta Herêmê ya TUPRAŞ’ê dixebitî, kesekê di halê xwe de bû û diçû kar û piştre dihat malê. Tu fêhlên wî yên nebaş nebûn. Di nîsana 1998’an de di wextê êvarê de nimêja xwe kir û piştre ji malê derket. Me dizanî ku diçû kar. Lê heta serê sibehê nehat malê. Li ser vê yekê me jî pirsa wî ji hevalên wî û kargeha wî kir. Gotin ku nehatiye kar. Me agahî da xizmên xwe. Lê kesekî nedîtibû. Di salên 90’î de li Êlihê her roj li kolanan mirov dihatin înfazkirin û revandin. Me bi awayekî nivîskî serî li cihên pêwîst da. Îfadeyên me girtin. Rayedarên emniyetê got ku hevjînê min li cem wan nîne. Gotin; ‘dibe ku rêxistina Hîzbûllahê ew revandibe.’ Mala min xera bûbû, zarokên min êtim mabûn. Bi ser re gelek sal derbsa bûn û ez her roj giriyam. Lê tu kes û tu sazî ji derdê me re nebûn çare. Heta ku Komeleya Mafên Mirovan çalakiya ‘Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ daye destpêkirin. Ev çalakî bo me bû cihê hêviyê Me got belkî kesekê xwedî wijdan derkeve û agahiyekê bide. Me ev hêviya xwe hêj jî winda nekiriye.’”   Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.