Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan 2023-04-22 11:36:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 50 hezar û 783’yan.    Li gorî daneyên fermî, hejmara kesên di erdhejên Mereşê yên 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dayîn zêde dibin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu tev li bernameyeke televîzyonê bû û da zanîn ku hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dayîn bûye 50 hezar û 783. Her wiha Soylu da zanîn ku ji qurbaniyan 7 hezar û 302 jê penaber in.