Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in 2023-04-22 11:31:56   DÊRSIM - Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê û winda bûn di roja 2’yan de berdewam in.    Duh li ser rêya di navbera Dêrsim-Pulurê de wesayîtek ketibû Çemê Munzurê û ciwanên bi navên Mehmetcan Demîral (22), Baran Aslantaş (22) û Azad Demîral (21) ên di wesayîtê de winda bûn. Ji bo dîtina ciwanan xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hem ji hewayî û hem jî ji bejahî ve tên kirin. Lê belê heta niha jî ciwan nehatine dîtin. Hat zanîn ku ciwanên li ber çem ketîn, ji bo betlaneya cejnê ji Amedê çûbûn Dêrsimê.    Malbatên ciwanan jî xebatan ji nêz ve dişopînin û li benda agahiyeke baş in.