Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon 2023-04-21 20:13:02   SEMSÛR - Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû, di serdana xwe ya Semsûrê de hate protestokirin. Ji ber provokasyonên berdewam kirin bernameya wî ya navçeya Kolikê hate betalkirin.    Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, bi boneya Cejna Remezanê li Semsûrê hin serdan kirin.    Kiliçdaroglû yê ku dema serdana Goristana Şaredariya Semsûrê dikir rastî êrîşa devkî hat, vê carê di serdana turbeya Sahabe Safvan Bin Muattal de hat protestokirin. Di vîdeoya ku Medyascope parve kir de, hat dîtin ku wekîlê CHP’ê Ozgur Ozel di dema pevçûna li baxçeyê turbeyê de hewl dide mudaxaleyê bûyerê bike.   Hate diyarkirin ku ji ber provokasyonan Kiliçdaroglû bernameya xwe ya navçeya Kolikê betal kiriye.