Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin 2023-04-21 18:21:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li Sûdanê di roja ewil ya Cejna Remezanê de jî şer didome û herî kêm 330 kesan jiyana xwe ji dest dane. WHO, aşkera kir ku hejmara miriyan 413 e.    Mîna ji 15’ê Nîsanê û vir ve, di roja destpêkê ya Cejna Remezanê de jî li paytext Hartûmê de dengê bombeyan hat bihîstin. Balafiran gelek cih bombe kirin û li kolanan jî şer qewimî.   Sendîkaya Bijîjkan diyar kir ku li gelek taxên Hartûmê di tevahiya şevê de hatin bombekirin û di saetên sibehê de jî dewam kir.   Di rojên dawî de NY, DYE, Yekîtiya Ereb, Yekîtiya Efrîqa û gelek hêzên herêmî ji bo agirbestê ketin hewldanan. Dihat hêvîkirin ku di meha Remezanê de agirbest were kirin. Aliyên şer her çendî ku peyamên agirbestê jî dabin, lê di pratîkê de şer qewimî.   Hetanî niha 330 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, aliyên şer hev dû sûcdar dikin û her aliyek jî serketina xwe diragihîne. Lewma ne mimkûn e ku kîjan hêz ku derê kontrol dike. Di navbera artêşa girêdayî general Abdûl Fettah El Bûrhan ku weke fiîlî li serê dewletê ye û Hêzên Pişgiriyê ya Lez (HDG) ku hêzek paralîmîlîter a girêdayî Mûhammed Hamdan Daglo ye de, têkoşîna desthilatdariyê heye.   HDG ku bi hezaran endamên wê hene, berê di şerê Darfûr ê bi xwîn de weke milîs cih girt, piştre bi fermî girêdayî artêşa Sûdanê bû. Di Cotmeha 2021’an de jî artêşê û HDG’ê bi hev re sivîl ji desthilatdariyê dûr xistin. Li gorî Sendîkaya Bijîjkan ji serê şeran û vir ve, ji sedî 70’ê nexweşxaneyên li Hartûmê, ji dervey xizmetê man. Ev nexweşxaneyane yan hatin bombekirin, yan jî ketin destê komên çekdaran. Piraniya rêxistinên mirovî jî neçar man ku alîkariyan betal bikin.   Beriya ku ev tundî destpê bike, ji zêdeyî sêyan yekê 45 milyon kesên Sûdanî, pêwîstî bi alîkariya lezgîn didît. Ev rewş hê xirabtir bû.   WHO: 413 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Rêxisitna Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ragihand ku li Sûdanê di şerê beriya 6 rojan derketî heta niha 413 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûne.