Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin 2023-04-21 17:53:04   HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li Yeşîlkoy a kavil lê tên valakirin axivî, wiha got: “Divê niha di 14’ê Gulanê de armanca me bibe şandina vê desthilata talan, zilm û mirinê.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, hevdîtinên xwe yên li Hatayê didomîne. Sancar û şandeya pê re derbasî Taxa Yeşîlkoy a kavilên erdhejê yên navçeya Samandagê lê tên valakirin bûn. Sancar, li qada ku kavil lê tên valakirin axivî.    ‘ARMANCA ME ŞANDINA DESTHILATÊ YE’   Sancar, diyar kir ku li dijî polîtîkayên talan û zilmê yên desthilatê rêya hevpar a parastina jiyan û xwezayê di têkoşînê re derbas dibe û wiha got: “Encax em li hemû qadan hêzên xwe bikin yek wê ev têkoşîn serbikeve. Divê niha di 14’ê Gulanê de armanca me bibe şandina vê desthilata talan, zilm û mirinê. Divê em vê bi hev re bikin.”   ‘EM Ê WELAT BER BI ROJÊN RONÎ VE BIBIN’   Sancar, bal kişand ku ji bilî guhertina desthilatê divê pergal jî were guhertin û wiha berdewam kir: “Em ji bo vê tişta ji destê me tê dikin, em ê bikin. Em ê welat ber bi rojên ronî ve bibin. Em ê bi hev re welatekî ku bi xweza û mirovên wê re lê bê jiyîn ava bikin. Belê êşên me hene, birînên me vekirî ne lê heviya me jî xurt e. Tişta ku me îro li Samandagê dît qabilîyet û şiyana ku êşê veguherîne hêviyê heye. Li dijî vê vîn, şiyan û înadê tu rêveberên zilmkar nikarin bisekinin. Em ê desthilata zilm û kedxwariyê, talan û derewan em ê bi hev re biguherînin. Em ji vê bawer in. Ev li dijî mirovên me yên di erdhejê de windakirine peywîra me ye. Ji bo ku ev êş di siberojê de neqewimin tişta ku divê were kirin ev berpirsyariya me ye.”   Piştî axaftina Sancar gel dirûşmeya “Li dijî kavilan jiyanê biparêze” berz kir.    SANCAR LI GULDERENÊ YE   Pişt re Sancar û şandeya pê re bi şêniyên Taxa Gulderen a girêdayî Antakyayê ku derbarê wê de biryara “Îstîmlaqkirina bilez” hate dayîn re civiyan. Welatiyan vegotin ku çawa hatine mexdûrkirin û bertek nîşanî îstîmlaqkirina erdên wan ên bitapo dan. Şêniyên taxê xwestin Nexweşxaneya Bajêr li ser erdê xezîneyê yê dewletê bê çêkirin.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar ê pirsgirêkên gel guhdar kir wiha got: “Çima Gulderen hate hilbijartin? Ne zehmete ku mirov sedemê vê bizane. Sedemê veguherandina erdhejê ya karesatê rant e. Bêyî ku kavil bên rakirin desthilatê fikirî ku wê çawa ji erdhejê rantê bi dest bixe. Bi rantê bajar hilweşandin, hewl didin ji vê hilweşînê jî rantê bi dest bixin.”   ‘EV DESTHILAT EVQAS ZALIM E’    Sancar herî dawî wiha got: “Heke gelê Gulderenê li dijî vê rantê saxlem bisekine em jî bi we re bikevin nav piştevaniyê de em ê vê rantê bidin sekinandin. Divê em vê desthilatê bi hemû polîtîkayên wê re bişînin. Ne tenê li Gulderenê, hişmendiyeke ku hewl dide hemû herêmên erdhejê veguherîne rantê heye. Dibe ku hişmendiyeke evqas zalim hebe? Lê ev desthilat evqas zalim e. Em jî soz didin we, em ê vê desthilatê bi hev re bişînin, em ê her cure têkoşînê bidin. Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin. Em ê jiyaneke nû bi hev re ava bikin.”   Pişt re şande ji bo li Serînyol û Erzînê civînên gel li dar bixe ji taxê veqetiya.