Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr 2023-04-21 17:19:11   DÊRSIM - Li Dêrsimê wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr.    Di kîlometreya 40’emîn a rêya bejahiyê ya Dêrsim û Pulurê wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr. Wesayîta kete Çemê Mûnzûr ê rabûyî û Mehmetcan Demîral (22), Baran Aslantaş (22) û Azad Demîral (21) tê de bûn piştî demekê di avê de winda bû. Tîmên xelaskirin û rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin. Bi helîkopterê jî piştgiriya xebatan hate kirin.    Hate hînbûn ku kesên navborî ji ber betlaneya cejnê ji Amedê hatibûn Dêrsimê.