Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin 2023-04-21 16:28:57   MELETÎ - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bi boneya Cejna Remezanê tevî şandeyekê çû serdana Meletiyê û wiha got: “Ev hilbijartin, pir girîng in. Em ê di vê hilbijartinê de hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin."   Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Meletiyê Perîhan Yucekaya, Yûsûf Bozkuş, Tulay Şakar, Huseyîn Kiliç, Rozerîn Ercan û Gaffar Bayram, endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk ên bajar bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana mexdûrên erdhejê yên li konbajarên Meletiyê dijîn.    Şande ji ewil çû şîna ji bo maxdûrên erdhejê li Cemxaneya Enguzekiyan a navçeya Çermiktiyê û sersaxî ji malbatan xwestin. Piştre jî şande derbasî Goristana Yenîşehîr a Çermiktiyê bû û gorên qurbaniyên erdhejê ziyaret kirin. Şandeyê li goristanê serxweşî da malbat û xizmên qurbaniyên erdhejê. Her wiha şande çû ser gora gerîlayê PKK'ê Sitki Pektaş ku di 28 salan di girtîgehê de mabû û di 10'ê mijdarê 2020'an de li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê jiyana xwe ji dest dabû.    mlt-21-04-2023-keskin-bayindir-feleknaz-uca-serdan-cejn-goristan   'EM Ê HESABÊ JI VÊ DESTHILATÊ BIPIRSIN'   Şande, piştre jî derbasî navenda Partiya Çepên Kesk a Meletiyê ya li navçeya Çermîktiyê hatiye avakirin ku ji konteyniran pêk tê. Li wir cejn hate pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li wir axivî û wiha got: “Li pêşiya me hilbijartinek heye û bêguman xebatên hilbijartinê yên li herêmên erdhejê pir zehmet e. Lê pir watedar in. Em ê di vê hilbijartinê de hesabê ji desthilata ku gelê me di bin kavilan de hiştî bipirsin. Ji aliyekî ve êşa me heye ji aliyê din ve jî xebatên hilbijartinê yên ji bo hesabpirsînê hene. Banga me ya ji bo mexdûrên erdhejê yên ji neçarî koçber bûn ew e ku hesabê ji vê desthilatdariyê bipirsin. Em dikarin bi têkoşîneke hevpar vê îktîdarê têk bibin û hesabê jê bipirsin.”    'SERKÊFTIN A ME YE'   Bi domdarî Bayindir bal kişand ser mexdûrên erdhejê yên ji neçariya xwe koçber bûn û ev tişt anî ziman: “Banga me ji bo wan ew e ku tev li hilbijartinê bibin. Em bang li gelê Meletiyê dikin ku xwedî li bajarê xwe derkevin û tev li hilbijartinan bibin.  Heke em li Meletiyê serbikêvin dê serkeftineke watedar be. Me di erdhejê de hûn bi tenê nehiştin û em ê tu caran bi tenê nehêlin. Banga me ji bo hemû pêkhateyên Meletiyê ew e ku li dora partiya me bibin yek. Serkeftin a me ye.”    Piştî axaftinan jî  şande derbasî navçeya Batalgaziyê bû û çû serdana welatiyên li konbajar dijîn. Di Serdana konbajaran de cejna welatiyan hate pîrozkirin û şandeyê guh da pirsgirêkên welatiyan. Her wiha mexdûrên erdhejê jî gilî û gazinên xwe yên ji dewletê vegotin. Welatiyan got ku dê di hilbijartinê de hesaba vê bipirsin. Piştre jî şande çû serdana Koordînasyona Komeleya Pîr Sultan Abdal a Çermiktiyê. Şande ji hêla endam û rêveberên koordînasyonê ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de li ser pirsgirêkên heyî nîqaş hatin kirin.    mlt-21-04-2023-keskin-bayindir-feleknaz-uca-serdan-cejn-kemal-kurkut   ÇÛN SERDANA GORA KEMAL KURKUT   Herî dawî jî şande çû serdana gora ciwanê kurd Kemal Kurd ku di Newroza 2017’an a Amedê de ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin. Di serdanê de dua hatin kirin û Kurkut hat bibîranîn.