Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin 2023-04-21 10:19:24   HATAY - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê Kerem Nalbant diyar kir ku hedefa wan ew e ku li bajar herî kêm 2 parlamenteran derxînin.    Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li Hatayê berdewam in. Di hilbijartinên dawî de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Hatayê 104 hezar deng wergirtibûn û parlamenterek derxistibû. Hedefa Partiya Çepên Kesk a di vê hilbijartinê de ew e ku îcar herî kêm 2 parlamenteran derxîne.    Yek ji namzetên parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê jî Kerem Nalbant e. Nalbant, li bajar yek ji parlamenterên tê naskirin e û di sala 2000’an de bi Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) re bi awayekî çalak tev li siyasetê bû. Nalbant, di nava Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP), Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û HDP’ê de jî xebatên xwe meşandin û peywirên cuda li xwe girt. Di hilbijartinên 24’ê hezîrana 2015’an û yên 1’ê mijdara 2015’an de bû namzetê rêza yekem ê Partiya Demokratîk a Gelan. Ji sala 2016’an heta niha jî Nalbant, hevserokê HDP’ê yê bajar e.    Nalbant, li Taxa Meydan a Samandagê ji dayik bû û ji erebên elewî ye. Nalbant, qala hedefên xwe kir.    Nalbant, got ku kevneşopiya ku di nav de cih digire 30 sal berê bi HEP’ê dest pê kir, bi DEP, HADEP, DEHAP, HDP û Partiya Çepên Kesk didome û roj bi roj mezintir dibe. Nalbant, diyar kir ku gelên Tirkiyeyê êdî guherînê dixwazin.    'BÛ HÊVÎ’   Nalbant, bal kişand ser hilbijartinê 7’ê Hezîranê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di wan hilbijartinan de gaveke mezin avêt. Li seranserî bajar me derdora 9-11 hezar deng digirtin lê ev hejmar di 7’ê Hezîranê de derket 57 hezaran. Piştî 2015’an jî li Hatayê dengên me zêdetir bûn. Ji ber vê sedemê ye ku xeta HDP’ê bûye hêvî, bûya hêza çareserkirina pirsgirêkan. Gelên me êdî vê rastiyê bi eşerekî dibînin. Lewma jî roj bi roj piştgiriya bo HDP’ê zêdetir dibe.”   Di berdewamê de Nalbant got ku hejmara dengên wan di sala 2018'an de derket 104 hezaran û axaftina xwe wiha qedand: “Me parlamenterek derxist. Di van hilbijartinan de jî îdiaya me ya li bajar mezin e. Êdî siyaseta Partiya Çepên Kesk a li bajar çalak û diyarker e. Em ê di hilbijartinên pêş de vê îspat bikin. Namzet û pêkhateyên me xebateke zêde dikin. Em dikevin her malan û diçin her deverê. Em dixwazin bikevin her qadê û partiya xwe vebêjin. Bloqa faşîst a AKP-MHP’ê gelê me di erdhejê de terkî qedera xwe kir. Bi taybet jî di dema erdhejê de em çûn serdana her malê. Di mijara dermankirina birînên gel de hemû pêkhateyên me xebateke mezin kirin. Niha jî em biçin ku derê dibêjin ku em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê li bajar herî kêm 2 parlamenteran derxînin. Em hewl didin yê 3’yemîn jî derxînin.”    MA / Mujdat Can