Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne 2023-04-21 09:09:23     STENBOL - Endama Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welêt a Partiya Çepên Kesk Nûrsel Aydogan, bi dirûşma "Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne" bang li hilbijêrên Ewropayê kir û got ku armanca wan rêjeya ji sedî 49.9 a diçe ser sindoqan bikin ji sedî 65.    Partiya Çepên Kesk, ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê li Ewropayê jî xebatên xwe didomîne. Li welatên Ewropayê ku 3 milyon û 286 hezar û 258 hilbijêr hene, dengdayîn dê di 27'ê nîsanê de dest pê bike û di 9'ê gulanê de biqede. Hilbijêrên li derveyî welêt, dê li nûnertî, balyozxane û gumrukan dengê xwe bi kar bînin.    Endama Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welêt a Partiya Çepên Kesk Nûrsel Aydogan, atmosfera hilbijartinê ya li Ewropayê nirxand û wiha bang li hilbijaran kir: "Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne."   ARMANCA PARTIYA ÇEPÊN KESK   Aydoganê diyar kir ku wan di meha çileyê de li Ewropayê ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê dest bi xebatan kiriye û got ku di vê çarçoveyê de tevî hêzên çepgir, sosyalîst û şoreşger û rêxistinên civaka sivîl û demokratîk, koordînasyona hilbijartinê ava kiriye. Aydogan bilêv kir ku nêzîkî 4 meh in bênavber dixebitin û got ku ji Polonya, Macaristan, Fransa, Ingilistan û Almanyayê û gelek welatên din nêzî hezar kes daxilî nava xebatan bûne. Aydoganê da zanîn ku nîviyê hilbijêrên li Ewropayê li Almanyayê ne û got ku wekî koordînasyon armanca wan a sereke rêjeya ji sedî 49.9 a diçe ser sindoqan bikin ji sedî 65.    Aydoganê bilêv kir ku hilbijêrên li Ewropayê 7 sal in mexdûrên faşîzma AKP-MHP'ê ne û dibêjin "Welat êdî bi desthilata AKP-MHP'ê nayê birêvebirin."    Aydoganê diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê li Ewropayê bûye cihê kelecaneke mezin û wiha domand: "Ev tifaq li gelek welatên Ewropayê jî hat çêkirin. Helbet helwesta TÎP'ê ya ji bo namzetan car carinan bû cihê dilmayînê, lê axirê ev mesele hat safîkirin. Niha hemû partiyên di nava tifaqê de mal bi mal digerin û îşaret bi girîngiya hilbijartinê dikin. Buroyên hilbijartinê tên vekirin."    BANGAWAZÎ   Aydoganê destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê pir girîng in û got: "Hilbijêrên li Ewropayê dê raya xwe ji bo siberoja Tirkiyeyê bidin. Hemû hilbijêr divê bi feraseta 'Dengek dengek e û dengek dikare dîktatorekî hilweşîne' biçin ser sidnoqan. Li vir armanca me em rêjeya xwe ya dengan li gor ya hilbijartina borî du qatan zêde bikin. Herî dawî dibêjim, Partiya Çepên Kesk."    MA / Ergîn Çaglar