‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî' 2023-04-21 09:04:48   MANÎSA - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Manîsayê anîn ziman ku li Manîsayê armanca wan herî kêm parlamenterek e û wiha gotin: "Parlamenterê me dê bibe deng û wijdanê yên vederkirî."    Partiya Çepên Kesk, li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê didomîne. Li bajarên ku berê bi Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) parlamenter nehatine bijartin, niha armanca li van bajaran bijartina parlamenteran e. Yek ji van bajaran jî Manîsa ye. Di 2018'an de li Manîsayê bi deh hezar dengan parlamenterek ji dest HDP'ê çûbû.    Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê li Manîsayê Habîb Eksîk, Zubeyde Tarlabolen, Gulsum Çolak, Evîn Gunselî Kerem Taylan, Ayşe Karagoz, Ayşe Gul, Remziye Esen, Îsmaîl Turut û Zehra Vezanê wekî namzet nîşan daye.    Têkildarî mijarê em bi Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Manîsayê Hasret Çetîn û Alî Gok re axivîn.    BETALÎ   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Hasret Çetîn, ragihand ku şêniyên Manîsayê debara xwe bi çandiniyê û karkeriya pîşesaziyê dikin. Çetînê diyar kir ku di salên dawî de rewşa çandiniyê xirab bûye û ev tişt gotin: "Li Manîsayê zeviyan ji gel distînin, didin kanên madenan. Zeviyên gel bi neheqî pêşkêşî muteahîd û madenvanan dikin. Ger hûn zeviyên gel ji gel bistînin, hûn ê dest û pêyên gel bişikînin. Ev jî ji bo Manîsayêd ibe cihê rûxandinê. Gava zevî tune bin, gel nikare debara xwe bike. Ji ber vê jî betalî zêde dibe."    WEKHEVÎ   Çetînê destnîşan kir ku xebateke wan a girîng jî ji bo jina ye û got ku jin doza qadên îstihdamê dikin. Çetînê ku got "Ger jin li ser pêyan bisekine, dê civak jî li ser pêyan bisekine" û wiha pê de çû: "Em doza jiyaneke wekhev dikin. Em dixwazin mirov bi awayekî azad fikr û ramanên xwe bînin ziman. Ger jin ne azad be, civak pêş ve nakeve. Em Partiya Çepên Kesk, em ê bi helwesteke wekhev û adil gelan bînin cem hev."    BANGAWAZÎ   Çetînê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku kolan bi kolan digerin û got ku ew ê tevî karker, gundî û gelan bi ser bikevin. Çetînê bibîr xist ku di hilbijartina borî de bi ferqeke biçûn parlementerek ji dest wan çûbû û got: "Lê niha em dixwazin 2 parlementeran bişînin meclisê. Em û gel ji vê yeqîn dikin. Em ê êvara 14'ê Gulanê bi tilîlî û govendan pîroz bikin. Werin em mil bidin milê hev û vê pergalê biguherînin."    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Manîsayê Alî Gok jî anî ziman ku li Manîsayê pirsgirêkeke berbiçav jî texrîbkirina hawirdorê ye û bal kişand ser JES'an û xetereyên wan.    HERÎ KÊM PARLAMENTEREK   Gok bilêv kir ku ji ber pîşesaziyê gelek kes koçî Manîsayê dikin û got ku ji ber vê li bajêr ji her reng û dengî mirov hene. Gok destnîşan kir ku ji bo bibin dengê her rengî armanca wan parlementeran bişînin meclisê. Gok wiha axivî: "Lewma em bênavber dixebitin. Em yeqîn dikin ku parlementerê me dê bi awayekî herî baş bajêr temsîl bike. Ger em parlementerekî jiv ir bişînin meclisê ev dê ji bo me bibe cihê şanaziyê. Potansiyeleke me ya wiha heye. Em ji kurd, tirk, çepgir û kedkarên ku raya xwe nedane me doza rayan dikin."    'EM Ê BIBIN DENGÊ YÊN VEDERKIRÎ'   Gok ku got "Parlamenterê ku dê Partiya Çepên Kesk wî/ê bişîne meclisê dê bibe deng û wijdanê yên vederkirî" wiha dawî li axaftina xwe anî: "10 parlementerên bajêr hene. Lê yekî ji wan jî ev bajêr temsîl nekir. Parlementerê me dê bibe wijdanê me. Em ji dil û can bawer dikin ku dê me temsîl bike. Herî dawî dixwazim bibêjim ku em tifaqê bikin jî rayên tifaqê li cihekî kom nabin. Em ji kesên çepgir û soyaslît re dibêjin; potansiyela Partiya Çepên Kesk a  ku parlementerekî bişîne meclisê zêde ye û em dikarin bi piştgiriyê ji heq vê derkevin. Ji bo ray berhewa nebin, hûn dikarin me tercih bikin."    MA / Tolga Guney