ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-21 09:00:18   * Namzetê parlamenteriyê ya Agiriyê ya Partiya Çepên Kesk Heval Bozdag, diyar kir ku desthilata AKP'ê di 20 salan de bi polîtîkayên xwe yên di bin navê "veguherandina tenduristiyê" de mafê tenduristiyê yê civakê xesp kiriye û li dijî xespkirina mafê tenduristiyê îşaret bi piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk kir.    * Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Manîsayê anîn ziman ku li Manîsayê armanca wan herî kêm parlamenterek e û gotin: "Parlamenterê me dê bibe deng û wijdanê yên vederkirî."    * Hevberdevkê Koordînasyona Karên Hilbijartinê ya Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ramazan Yavûz, diyar kir ku li 39 navçeyên Stenbolê xebatên wan ên ji bo ewlehiya hilbijartinê didomin û got ku roja hilbijartinê parêzer, berpirsên dibistanan û muşahid jî di nav de dê 68 hezar û 500 kesî peywirdar bikin.    * Di îdianameya rojnamevan Elîf Ungurê de, hem hatiye gotin "der barê gumanbarê de delîl bi dest neketine" hem jî hatiye xwestin bi "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin.    * Endama Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welêt a Partiya Çepên Kesk Nûrsel Aydogan, bi dirûşma "Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne" bang li hilbijêrên Ewropayê kir û got ku armanca wan rêjeya ji sedî 49.9 a diçe ser sindoqan bikin ji sedî 65.    * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Azîz Koçak wiha got: "Bertekên gel ên li dijî desthilatê pir mezin in, gel êdî guherandinê dixwaze.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 760’an de berdewam dike.    * Bi boneya Cejna Remezanê dê bi pêşengtiya ANYAKAY- DER’ê li Sûltangaziyê goristan bên ziyaretkirin. (10.00)    * Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê bi boneya Cejna Remezanê biçin serdana goristan û malbatan. (08.00-12.00)   * Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar dê li navçeya Eyûpê tev li vekirina bûroya hilbijartinê bibe. Piştre jî dê li Taxa Gokturkê bûroya hilbijartinê were vekirin. (15.00-17.00) ZINDΠ   *Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce û şandeya pê re dê li Hatayê çendek çalakiyan li dar bixin. (11.00-18.00) ZINDÎ   *Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û şandeya pê re dê li Meletiyê û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî li Mereşê tev li çalakiyên cuda bibin. (11:00-16:00)   *Partiya Çepên Kesk dê li Xarpêtê bûroya hilbijartinê veke. (16.00)