Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî 2023-04-20 20:31:42   MEREŞ - Li Bazarcixê şilî bariya û bahoz rabû. Ji bo mexdûrên erdhejê ku zirar ji bahoz û şiliyê dîtin, maseyeke krîzê hat danîn.   Li navçeya Bazarcix a Mereşê, piştî nîvro şilî zêde bariya. Bahoz rabû û konên mexdûrên erdhejê yên li Taxa Cengîz Topel, ji ber bahozê xera bûn. Zarokek ji ber bahozê jiyana xwe ji dest da û kes birîndar bûn.   Partiya Çepên Kesk, ji ber karesatê, ji bo pêdiviyên mexdûrên erdhejê maseyeke krîzê danî. Maseya Krîzê bang kir ku hewcedariya mexdûrên erdhejê ya bi dexil û dan, kon, konteynir, cih, lihêf, betan û cil û bergan bê dîtin.