Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin 2023-04-19 22:36:55   AGIRÎ- Li Bazîdê nasandina namzetên Partiya Çepên Kesk veguherî mîtîngê. Bi hezaran kes bi meşaleyan meşiyan. Namzetê Agiriyê Sirri Sakik ku li vir axivî, bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.    Partiya Çepên Kesk, li Bazîdê namzetên Agiriyê da nasandin. Beriya nasandina namzetan bi hezaran kes li ber rêxistina partiyê ya navçeyê kom bûn û govend gerandin. Her ku çû girse mezintir bû. Namzetên parlementeriyê yên Agiriyê yên Partiya Çepên Kesk Zelal Yilmaz, Nejla Demîr, Heval Bozdag û Sirri Sakik gava hatin bajêr, bi hezaran kes bi meşaleyan meşiyan. Di meşê de tim dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.    Sirri Sakin ku li vir axivî, destnîşan kir ku daxwaza gel aştî, azadî û demokrasî ye û got: "Em li vir bang li Enqereyê dikin; 'Em ne şer, em aştiyê dixwazin.' Em ê vî dengê we bibin Enqereyê."    'DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BE'   Sakik di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku ew ketine sedsaleke nû û got: "Em dikevin sedsaleke nû. Sedsala borî zilmeke mezin li gelê kurd hat kirin. Me li vê axê rojên pir êşbar dîtin. Li çar aliyên erdnîgariya kurdan polîtîkayên înkar, îmha û pişaftinê hatin pêkanîn. Em van polîtîkayan qebûl nakin. Em ê di 14'ê Gulana 2023'yan de bi 4 parlementeran biçin meclisê. Em dixwazin hemû kesên di zindanan de azad bibin. Birêz Ocalan jî, Selahattîn Demîrtaş jî, Fîgen Yuksekdag jî, divê hemû hevalên me azad bibin."   Gava Sakik navê Rêberê PKK'ê bilêv kir, girseyê demekê li ser hev dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir.